'Divê jin di avakirina civaka ekolojîk de bibe pêşeng’

09:02

JINHA

AMED – Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ku bi enerjiya tê nûkirinê re bajarê ekolojîk hedef digire îmzeyê davêje projeyên girînge. Midûra Şaxa Daîreya Enerjiya Tênûkirinê Fatoş Nujen Ayhanê diyar ki kur divê bi taybet di vê mijarê de rola pêşeng bilîze û got wê astengiyên burokratîk jî ji holê rabikin.

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê piştî Santrala Enerjiya Rojê ya Sumerparqê (GES) çavkaniyên nerjiya tênûkirin jî bikaranî û teşwîq dike û hedef dike ku bajarê ekolojîk biafirîne. Li Otogarê hîmê GES’ê hat avêtin û wê di avahiya DÎSK’ê û depoya ava vexwarinê de jî bê avakirin. Ji roja hatiye avakirin heta niha panelên enerjiyê yên rojê 200 hezar lîra enerjî hilberand û ji 2014’an heta niha hemû enerjiya Sumerparqê pêk tîne. Îsal wê projeya GES a otogarê jî bê qedandin û tê plankirin ku cîgabaytek û nîv enerjî bê hilberandin. Tê hedefkirin ku santralên enerjiya tîpa erezî ya li Qerejdaxê jî bê avakirin.

Ji bermahiyan hilberîna enerjiyê

Midûra Şaxa Daîreya Enerjiya Tênûkirin Fatoş Nujen Ayhanê diyar kir ku salê bi 800 ton bermahiyên hişk, gîhayê park û baxçeyan, zibilê sewalan hedef dikin ku elektîrkê hilberînin.

Wê ji enerjiya ba fêde bê girtin

Fatoşê got wê ji enerjiya ba ya herêma Hênê û Erganiyê fêdeyê bigirin û got ji hilberîna ceylanê ya çavkaniyên jeotermal a Çermîkê an jî bi armanca germkirina malan û serayan bê bikaranîn. Fatoşê wiha got: “Ji bo hêza kar a tenîk û gîhandina endezyaran jî wê xebata perwerdê hebe. Tevlîbûna jinan a perwerdê gelek girînge.”

Astengiyê burokratîk

Fatoşê da zanîn k udi hemû xebatan de rastî astengiyên burokratîk hatine û da zanîn k udi sala dawî de zêdetir bûne. Fatoşê bi lêv kir ku wê astengiyan ji holê rabikin.”

Fatoşê di dawiya xaftina xwe de wiha got: “Bi projeyên bi vî terzî de ez bawer dikim ku wê jin rolek bi bandor bilîzin. Ji ber vê jî em di zêdekirina hişmendî û xebatên perwerdehiyê de newekheviya pozîtîf wê pêk bînin.”

(mla/hu)