Gelo we qet Gulhirçan bihîstiye?

09:36

JINHA

MÛŞ - Gulhirça li lutkeya Çiyayê Çewlîkê li gel xemla xwe ji bo derman jî tê xebitandin.

Li Çiyayê Çewlîkê yê di navbera sînorê Navçeya Gimgim û Çewlikê de heye û bilindahiya wî 3 hezar û 200 metre ye, her sal di meha gulan û hezîranê de bi rengê Gulhirçê dixemile. Îsal jî bi hilandina berfê û hatina havînê re dîsa Gulhirç a li lûtkeyê Çiyayê Çewlîkê derdora xwe bi rengê sîfik û şîrik xemiland. Gulhirç, zêdetir li nava kevir û latan geş dibe bi koka xwe ya pîvazî jî tê nasîn. Ev gul, di nava gel de wekî Gula Hirça tê nasîn.

Ev cureyê gulê bi piranî di meha gulan û hezîranê de li çoltar, daristan û çiyayan dibişkive. Pelê wê keskekî tarî ye, rengê gulên wê pembe û şîrik vedike. Pelê wê fireh û serê pelên wê tûjin. Emrê gulê nêzî mehekê ye. Pincarê gulê jî heta meha cotmehê şîn e. Li hin cihan jî welatî kom dikin û di baxçeyê xwe de diçînin. Jin diçin li lutkeyên çiya Gulhirçê komdikin, hişk dikin û ji bo derman dixebitînin. Ji koka wê sûd tê girtin. Bi taybetî laşê mirov rehed dike û wesdanê derbas dike. Derûnî û aramiya mirov tîne cih. Ji nexweşiya zerikê îshal û nexweşiyên malzarokê re jî baş e. Di demên berî de jin ji xwe ra ristikan çêdikin.

Wêne: Hatîce Kaya

(hk-va/zt)