'Berxwedana jin û Artvînê wê qezenc bike'

12:14

JINHA

RİZE - Parazvanên jiyanê yên ku ji bo doza Cerattepê li ber Edliya Rizeyê kombûne diyar kirin ku, jin û xweza wek perçeyekin û ji hev nayên kirin. Jinan bi lêv kirin ku, êrîşa li hember xwezayê êrîşa li hember jinane û wiha gotin: "Jin wê bi ser bikevin Artvîn wê bi ser bikeve."

Doza Cerattepe ya madenê ku ji aliyê parazvanên derdorê ve li Holdînga Cengîz hatibû vekirin, li Dadgeha Îdarî ya Rîzeyê dest pê kir. Li dijî holdîngê 760 dozdar, 61 parêzer, beşdarî dozê bûn. Doz li Qesra Edaletê ya Rizeyê dest pêk ir. Jinên ku hatin ber edliyê kom bûne û li benda betalkirina rapora ÇED'ê ne, li baxçeya edliyê dest bi nobeta jiyanê kirin.

'Artvîn û jin wê qezenc bikin'

Jinan bi riya JINHA'yê re peyamê ku wê têkoşîn bi ser bikeve vegotin. Parazvana jiyanê Ezgî Yilmaz ya ku ji Enqerê hatî, diyar kir ku ew ê dozê bişopînin û wiha got: "Artvîn û jin di encama têkoşîna xwe de wê qezenc bikin."

'Vîna berxwedêr û jinan dê bi ser bikeve'

Endama Parazvana Daristanên Bakûr Rûya Kurtuluş diyar kir ku ew ji Stenbolê hatine û çar caran rastî qontrola GBT'ê hatine. Rûyayê destnîşan kir ku, ev berxwedan berxwedanek dîrokiye û got di dawiyê de çi dibe bila bibe wê vîna berxwedêr û jinan bi ser bikeve.

‘Encam çi dibe bila bibe em ê têkoşînê bilind bikin'

Parazvanê jiyanê Sila Ertaş jî bi bîr xist ku, jin li her qadê jiyanê rastî êrîışan tê û got ku, êrîşên hember xwezayê jî girêdayî êrîşên ser jinê ye. Silayê anî ziman ku, jinên Behra Reş jî wek xwezayê xwe serhildêrin û daxuyand ku, eger rapora ÇED'ê neyê batalkirin ew ê têkoşîna xwe berfireh bikin.

'Jin û xweza yeke'

Sevînç Alçîçek jî wiha axivî: "Em dibêjin xweza dayike. Nabêjin bave. Ji ber vê em xwezayê hîn zêdetir diparêzin. Jin û xweza yeke. Em ê li salona dadgehê vê yekê bêjin." Jina bi navê Leyla Oncel jî wiha got: "Em ji Artvînê ne û ji bo parastina xwezayê xwe em li virin."

Omur Yaşayan ya ku bi xwe ji Rîzeyê ye û li Stenbolê Endezyariya Hewirdor dike, diyar kir ku ew ji bo şopandina dozê hatiye û got ku, ji ber Holdinga Cengîz bi rûşvetê hatî dayîn dê biryar neyê pejrandin.

(ek/rc)