'Xala 80. li dijî têkoşîna mirovên Anatolyayê hatiye girtin'

09:02

Habibe Eren/JINHA

ENQERE- 80'emîn xala Qanûna Turik di rojên borî de di rojnameyê de hat weşandin. Seroka Lijneya Rêveberiya Komeleyên Xwezayê Tuba Kiliç bertek nîşanê xala ku xwezayê wêran dike û ji sermayedaran re vedike da û got: "Ev xal li dijî têkoşîna mirovên Anatolyayê ku ji bo jiyandina xwezayê didin hatiye dayîn."

Xala 80'emîn a Qanûna Turik di rojnameya fermî de hat weşandin û ket meriyetê. Rêxstin û saziyên siyastî ku îmeze avêtibûn danezana hevpar diyar kiribûn ku bi vê xalê re wê xweza ji sermayedaran re bê vekirin.

Rêxistinên xwezayê: Xala 80'emîn darbeya li dijî xwezayê ye

Piştî ev xal hat qebûlkirin ji 30'yî zêdetir rêxistinên xwezayê bi sernavê 'Xala 80'emîn ji bo tinekirina xweza, jiyan û pêşerojê ye. Divê dest ji vê çavsoriyê bê berdan' danezan weşandin. Rêxistinên xwezayê gotin: "Em rêxistinên xweza û hiqûqnas ku qadên jiyanê diparêzin helwesta me ya li dijî xala 80'ê pir zelale. Ev xal jiyanê vediguhere faliyeta şîrketê. Hemû hebûnên jiyanê dikin meta."

'Doz wê bê bandor bê hiştin'

Seroka Lijneya Rêveberiya Komeleyên Xwezayî Tuba Kiliç der barê mijarê de nirxand kir û got xala mijara gotinê ye dema proje tên plankirin, ji bo projeyên bandora li ser xwezayê dike bê diyarkirin, prosedurên fermî ji holê radike. Bi vî awayî wê dozên li dijî encamên neyînî yên projeyan tên vekirin wê ne derbasdar bin. Ev rewş li dijî mewzuatên xwezayê û dîrektîfên YE'yê ne.Têkoşîna bi salan tê dayîn tevî projeyên komkujiyên xwezayê encamên erênî dide."

Tubayê got zirara wê xal bide bi xwezayî sînor namîne û got: "Ev ne tenê li dijî xwezayê li dijî mirovên li Anatolyayê dijîn jî darbeyeke. Ji ber vê têkoşîn û hêviya me wê bi dawî nebe."

(fk\hu)