Ronahiya 11 salî bang li mezinên xwe kir: Bila Munzur tine nebe

10:11

Berîtan Canozer / JINHA

DÊRSIM –Di rewşa ku li ser Geliyê Munzurê bendav, HES û projeya lêgerîla zêrê bi siyonur bikeve jiyanê wê 60 gund û 42 hezar hektar qad tine bibe. Ronahiya 11 salî jî bang kir ku bila destur ji bo nexweşikbûna Munzurê neyê dayîn.

Li ser geliyê Munzurê tê xwestin ku 26 projeyên HES’ê bên çêkirin. 5 hebên wê ketin faliyetê. Bi van 5 bendavan hemû nebatên endemîk û zindî bi xetereya tinebûnê re rû bir û ne. Her wiha tê plankirin ku 21 bendavên din jî bên çêkirin. Yek ji porjeyên din ya ku xetereyek mezin dide xwezaya Dêrsîmê û gelê wê projeya lêgerîna zêrîn siyanurê ye. li gorî lêkolîna ku ekolojîstan kiriye, projeyên HES û lêngerîna zêrê siyanurê, wê 60 gundî di bin avê de bihêle.

Wê flora dewlemend tine bibe

Geliyê Munzurê 42 hezar hektare. Yek ji qadên nebatî yên girînge. Xwedî hezar û 518 cure nebatiye. Ji van nebatan 43 heb di cîhanê de tenêli erdnîgariya Dêrsîmê tê dîtin. Li erdnîgariya Dêrsîmê ku projeyên Bendav û HES’ê berdewam dike, li sêgoşeya Cevîzlîdere-Sîn Mamlîsê jî projeya lêgerîna zêrê siyonurê didome. di rewşa ku ev proje bikeve jiyanê wê flora dewlemend tine bibe.

Xwedî li Munzurê derkevin

Gelê Dêrsîmê berê gelek caran li dijî vê rewşê çalakî pêk anîn û gelê Dêrsîmêli dijî vê texrîbata li xwezaya wan bi bertekin. Ronahiya 11 slaî bang li mezinên xwe kir û got: “Belê dewlet êrîşê xwezaya me dike. Dixwaze xwezaya me tine bike. Ez bang dikim ku xwedî li Geliyê Munzurê derkevin”

Ronahiyê bertek nîşanê projeyên berdewam dikin da û got : “Em naxwazin gundê me tine bibin. Dêrsim cihekî xweşe. Em naxwazin ev der bibe bajarî mirî. Bila Dêrsîmê tenê ji bo gerê bibîr neynin. Em naxwazin xwezaya me tine bibe. Em Munzurê xweşik bikin. Em desturê nedin ku nexwşik bibe.”

(mm\hu)