Jinên Heskîfê: Wê bîranînên me di bin avê de bimîne!

09:07

Zeynep Akin/JINHA

ÊLIH – Jinên Heskîfê bertek nîşanê bendava Ilisuyê dan û naxwazin xaka xwe terk bikin. Jinan gotin wê bîranîn, jiyan û goristanên wan di bin avê de bimînin û da zanîn ku ew bendavê naxwazin,dixwazin li ser xaka xwe bi awayekî azad bijîn.

Heskîfa yekane 9 krîterên çandî yê UNESCO’yê dihundirîne, bi benda Ilisuyê re hewl tê dayîn ku bê tinekirin. Jinên li herêmê dijî diyar kirin ku bi çêkirina bendavê re wê bi koçberiyê re rû bi rû werin û got: “Wê paşeroj,hiş û nirxên me bên tinekirin.” Jina bi navê Mevlude kul i gundê Qure ya Heskîfê dijî got ger Heskîf tine bibe wê paşeroja wan jî tine bibe û got: “Li vir gorên me hene. Min 5 zarokên xwe winda kirin, gorên wan li virin. Ez her tim diçim ser gora wan. Bi vî awayî wê gorên zarokên me di bin avê de bimînin.”

'Ger em surgunê bajaran bên kirin, emê girtî bimînin’

Mevludeyê da zanîn ku ew naxwazin gundê xwe terk bikin û ev tişt anîn ziman: “Em pir ji Heskîfê hez dikin. Em naxwazin ji vir veqetin. Em êdî nekarin li bajaran bijîn. Em hînê jiyan gund bûne. Ev der xweşin. Em bi xwezayê re ne. Em dikarin her tiştî bikin. Em li vir azadin. Ger em biçin bajaran emê girtî bimînin.”

'Wê jin pirtir zehmetiyan bikişînin’

Mevludeyê destnîşan kir ku wê hînê bajaran nebin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em bajar bi bajar geriyan, me kakeriya çandinî kir û me ev xanî bi derfetên xwe çêkir. Lê niha wê di bin bendavê de bihêlin. Em li gund azadin. Em li vir hatin dinê. Em dixwazin li vir bimrin. Li gorî mêran wê jin pirtir zehmetiyan bikişînin. Mêr rehetirin. Ew carnan diçin bajaran. Ew hîn bûne. Em jin nekarin. Ger Heskîf tine bibe emê jî tine bibin.”

'Piştî em ji vir derkevin emê çi bikin?’

Jina bi navê Halîme Tapkan jî got ew naxwazin Heskîf di bin avê de bimîne û got wê jiyana wan ji destê wan bê girtin. Halîmeyê ev tişt anîn ziman: “Em li vir sewalan xwedî dikin. em xaka xwe diçînin. Em ji vir derkevin emê çi bikin. Li van xakan dê û bavê xwe defin kir. Miriyên me li virin, bîranînên me li virin. Niha wê her tişt di bin avê de bimîne.”

‘Em hînê jiyana azad bûne’

Halîmeyê di berdewamiya axaftina xwe de got wê ji xwezayê qût bibin û bikevin avahiyan û wiha got: “Dema ez tengezar bibim ez diçim ser gorê. Wê goristanên me turbeyên me di bin avê de bimînin. Em niha li gund çandiniyê û sewalkariyê dikin. em surgunê bajaran bibin emê çi bikin. Em jin ji vir şûnde nekarin li bajaran bijîn. Em naxwazin bîranînên me tine bibin.”

(hu)