‘Li gundê Kerxê wek her mirovekî çîroka daran jî heye’

09:09

Şehrîban Aslan / JINHA

AMED- Di salên 90’î de dewletê li gelek gundên Kurdistanê polîtîkayên koçberkirinê xistin dewrê û di heman demê de jî gund hatin şewitandin û xirakirin. Yek ji van gundan ku polîtîkayên dewletê pêşketin, gundê Kerxê ya giredayî navçeya Bismila Amedêye. Me bihîst ku wek çîroka her malekî, çîroka her darek jî heye.

Di salên 1990’î de li Kurdistanê gund û bajarok dihat şewitandin, îro jî li gunda polîtîkayên gund şewitandin, koçberkirina gel berdewam dike. Li Kurdistanê ne têne gund dihatin şewitandin dewletê çoltarên daristanan jî di şewitandin û sewal jî telef dibûn. Gundê Kerxê ya giredayî navçeya Bismila Amedê di salên 90’î de rastî polîtîkayên şer yên dewletê hatiyê û gelek sewal û zindî rastî êrîşa hêzên dewletê hatiye. Dema ku em bi jinên gund re axivîn gotin ew rastî zilma dewletê hatine û ew tu car wan rojên zilma dewletê ji bîr nakin.

'Wê demê dikarîbûn me bişewitînin’

Gelên gundê Kerxê ya Bismilê di salên 90’î de rastî zilm û îşkenceya dewletê hatine, di heman demê de jî bi şewitandinê re rû bi rû mane. Dema me bi gundiyan re sohbet kir ev tişt gotin: “Ne hûn pirs bikin ne em vêbejin. Di carêk de leşker ketin gund û her kes binçavkirin û bi rojan îşkence li wan kirin.” Jina ku we demê li gund jiyan dikir got: “Ez wê dema ku leşkeran îşkence li gundiyan û malbata min dikir ez piçûk bûm lê dîsa ez wan rojan jibîrnakim. Leşkeran hemû mêren gund xistin binçavan. Welatiyên ku hatin binçavkirin bi rojan rastî îşkenceya ceyranê hatin. Yek ji van îşkenceyan ku ez ji bîr nakim dema apê min rastî îşkeceyê hatibû. Leşkeran li ser canê apê min naylon heland û îşkence kirin. Wê demê jî dewletê xwest hemû gund bi şewitîne. Leşkera di navbera xwe de digotin ‘Ev gund li ser riya navnetewê em nikarin bi şewtînin.’”

'Li gund mirovan tenê zilm nedît’

Li gund têne ne gundiyan , di heman demê de sewal û zindiyan jî zirarêk mêzin dîtiye. Zarokên gund diyar kirin ku ‘Hûn dizanin çîroka vê darê’ ‘li gundê Kerxê gundiyan çiqas êş kişand, zindiyan jî heman êş kişandiyê’ û zarokan dest vegotina çîrokan daran dikir.…. Hat zanîn ku dema leşkeran avêtiye ser gund darên zeviyan hemû dane ber agir û şewitandine. Menîce Gulera ku xwediyê dara ku çandî û ji aliyê leşkeran ve hatî şewitandin da zanîn ku wê ji bo dar şîn bibin gelek ked daye. Menîceye bi lêv kir ku darên ku hatin şewitandin û riya aşîkirinê û her roj ku wek zarokan li daran dinêrî carek din şînbûn. Darên hatin şewitan ji salên 90’î bêtir xûrt bûne.

(dt-hu)