Ji bermahiyên sebze û fêkiyan kaxizên xwezayî

09:24

JINHA

ÎZMÎR- Prof Dr. Zelîha Mete ji lîfên dar û sebzeyên bermayîn kaxizên xwezayî çê kir û wek bertekekê li dijî hilberînên endustriyele. Zelîhayê diyar kir ku veguhertina bermahiyên nebatan a li kaxiz û objeyên din wek ‘vegera li xwezayê ye’ û diyar dike ku lÎfên nebetan bi avabûna kaxizên xwezayî dikare ji hunerê re bibe alavek alternatîf û dikare pêşî li talana dar û derdorê bigire.

Prof Dr Zelîha Mete k udi dema serda xwe ya welatên Rojhilatên Dur de dît ku ji nebatên bermayîn kaxiz tên çêkirin, wê jî bi lîfên dar û bermayên sebzeyan kaxizên xwezayî çê kir û wek bersiveke li dijî hilberînên endustiriyele. Zelîhayê diyar kir bi armanca ku nebatên xwezayî di destên hunerhezan de bikin amûr, veguhertina kaxizên xwezayî û got: “Me kaxizên xwezayî ji sebze, pel û daran çêkirin. Me lîfên nebatan bikaranîn. Lê me konsepta xwe wek vegera li xwezayî bi nav kir.

'Ji bo hunerê alavek alternatîf’

Zelîhayê got ji lîfên daran çêkirina kaxizan divê wek wêrankirinê neyê bi navkirin û wiha got: “Dema me lîfên daran derxistin, ne wek komkujiyê, dema bîrînê ji baskê teqeze girt. Em hem bi vî awayî pêşî li qirêjiya derdorê digirin û hem jî ji hunerê re alavek alternatîf hildiberînin.”

'Dema min nebat berhev kir, zehmetî kişand’

Zelîhayê diyar kir ku ne çêkirina kaxizan, berhevkirina bermayên fêkî û sebzeyan ew gelek daye zorê û wiha got: “Berbi êvarê diçûm bazarê. Berhamayên li wir min ji zarokan dixwest. Ez niha jî berhev dikim. Rojekê firoşkarekî got; ser û çavê te paqije ti çima xwe re fêkiyên baş nakirî.’ Ger min bigota ez kaxizê çêdikim bawer nedikir. Min got ez derman çêdikim.

Zelîhayê destnîşan kir ku bi çêkirina kaxizan a ji lîfên daran dikare pêşî li dagirkirina dar û derdorê bê girtin. Zelîhayê wiha got: “Li Rojhilatê Dur mirov ji lîfên daran kaxizan çêdikin û li wir difroşin. Me pêşî li qirêjiya derdorê digirin û hem jî aboriya xwe ava dikin.”
Zelîhayê çêkirina kaxizê wiha vegot: baskên daran. Kaşilê engînarê, muzê, pirasa, pîvaz, pelên palmiyeyê û ev li gorî 2-3 santîmî tê birîn. Piştî sê saetan di avê de tê kelandin. Kaşilê wan yê ser tê girtin.piştre di ava ji sedî 20 alkol heye (sodyum, karbonat, sodyum, hîdroksît û koza daran) ku ava (pH=10,11) tê de tê kelandin. Piştre tê parzûnkirin û heta nokteya nontr (pH=7) tê kuştin. Piştre bi tiştekî tên kutan. Piştre bi blendirê bi avê tê vekirin. Piştre di cihekÎ ku av têde ye tê bicihkirin û bi lez tê rakirin. Piştre bi sungerê tê preskirin. Piştere tê daliqandin û di nav kumaşan de tê ziwakirin.

(mb/hu)