Li Çêldiranê jin bi rpojeya ‘Bîstanê organîk’ bi xakê re tên cem hev

09:12

JINHA

WAN – Ji bo îstîhdama jinê bi pêşengiya şaredariya Çêldiranê bi projeya ‘bîstanê organîk’ jin ji nûve bi xakê re tên cem hev. Hevşaredara Çêldiranê Suna Atabay got: “Qezenca me ya herî mezin eve ku em projeyek jinê bikin jiyanê. Ev proje di heman demê de projeya ku jinê bixwe re bîne cem hev e.”

Li navçeya Çêldiran a Wanê bi armanca zêdekirina îstîhdama jinê proje tên hilberandin. Bi pêşengiya Midûriyeta Park û Baxçeyan ya Şaredariya Çêldiranê û Midûriyeta Polîtîkayên Jinan li navçeya ku xwedî avhewayeke sar û tûnde, bi germbûna hewayê re bi pêşengiya şaredariyê re li taxa Bezayitê li ser 5 donim erezî di çarçoveya projeya ‘Bîstanê organîk’ te bîstan hat çandin. Li gorî şert û mercên demsalê wê hilberîna organîk bê kirin û her wiha wê di du serayên mezin de hilberîn bê kirin. Projeya ku keda jinê wê derkeve pêş de jin piştgiriyek mezin didin û jin di heman demê de ji çandina bîstîn heta paqijiya wê di her xebatê cih digirin.

'Jinên taxê eleqeyek mezin nîşan dan’

Xebatkara şaredariyê Sakîne Baydar têkildarî projeyê de agahî da û got li navçeyê li ber her deriyî bîstan hene û got bi vê projeya ‘bîstanê organîk’ armanca wan eve ku hemû jinên taxê bînin cem hev û hilberîna komunal pêk bînin. Sakîneyê bi lê kir ku ev 20 roj bi rêk û pêk lênerîna bîstîn dikin û got jinên li taxê eleqeyek mezin nîşan didin. Sakîneyê wiha got: “Dema me bîstan diçinand jinan em temaşe dikirin. Em mereq dikirin. Em jî ji wan re behsa projeya xwe dikin. Matmayî dimînin. Ji ber ku li naçeya me yekem car xebateke jinan tê meşandin. Derxistina jinê ya ji hepsa malê wisa ne hêsane. Me jin ji malên wan derxistin.”

'Dewletê jin ji xwezayê qût kirin’

Leyla Atak ya di Yekîneya Jinan a Şaredariyê de dixebite got bi vê projeyê hewl didin jinan dîsa beşdarî hilberînê bikin û jinê bi xakê re bînin cem hev. Leylayê gotinên xwe wiha berdewam kir: “Jin û xweza ji aliyê dewletê ve ji hev hatin qutkirin. Di jiyana xwezayî de pêşengiya hilberînê jin dike û mixabin bi destê dewletê ji xwezayê dur xistin. Jin wek xetere hat dîtin. Armanca me ya sereke eve ku em jinê dîsa bi xakê re bînin cem hev.”

'Navçeya me wê bi çandiniyê zindî bibe.’
Hevseroka Şaredariya Çêldiranê Suna Atabay jî da zanîn ku armanca wan ya esas eve ku kjinan bi xwere bînin cem hev û wiha got: “Me Midûriyeta Polîtîkayên Jinan a Çêldiranê gelek xebat meşand. Bi taybet me giranî da xebatên çandiniyê. Armanca me eve ku em jinê tevlî hilberînê bikin û xaka navçeyê pêşkêşî jinan bikin.”

'Bîstan wê teslîmê jinan bê kirin’

Sunayê bi lêv kir ku li gelek gund û taxan bîstan çandine û got wê bîstan teslîmê jinan bê kirin.

(htk/hu)