Bi destê jina ku rih da xakê, hilberîna ewil ya çandiniya xwezayî

09:04

JINHA

MÊRDÎN – Navenda Jinan a Nuda ku di bin bana Şaredariya Qoserê de xebatan dimeşîne li gundê Hamzali ya Xursê çandiniya xwezayî xistin jiyanê û hilberîn a destpêkê girtin. Tevî ku xaka gund ya di salên 90’î de hat valakirin, cara ewil hat çandin jî hilberînek zêde da û ji ber ku bi destê jinê hatiye kirin jî rastiya bereketa jin-xwezayê nîşan dide.

Gundê Xursê ya girêdayê Qosera Mêrdînê di salên 90’î de ji aaliyê dewletê ve hat valakirin. Li gundê Hamzali ku 100 km durî Qoserê ye, çandiniya xwezayî ji aliyê xebatkarên Navenda Çanda Nuda ve ket jiyanê. Jinan hilberîna xwe berhev kirin. Jinan diyar kirin ku ev gund bi zanebûn hilbijartine û got hewl dane jinê tevjî jiyanê bikin û aboriya ku berê bi destê jinê dihat kirin ji nûve pêşkêşî jinê dikin. Jin hilberînên ku bi xebatek kolektîf û jiyanek komînal hildiberînin li bazaran difiroşin û aboriya xwe ava dikin û tiştên ji xwezayê digirin dîsa didin xwezayê. Di xebata ku kedek mezin tê dayîn de jin cih digirin. Em bi jinan re çûn gundê Hamzali. Me hilberîna wan berhev kir û projeya wan axivî.

Li dijî şîdeta borî çandiniya xwezayî…

Berpirsa Yekîneya Aboriya ku girêdayê Midûriyeta Jinan a Şaredariya Qoserê û endama Koordînasyona Aboriya KJA’yê Yelîz Ayyildiz diyar kir ku yekîneya aborî 8 meh berê avakirine û got armanca wan ya sereke eve ku projeya çandiniya xwezayî bikin jiyanê. Yelîzê da zanîn ku jin ji şîdeta aborî bigirin heta mêtîngeriya keda malê li her qadê rastî şîdetê tên û got: “Me Koordînasyona aboriya KJA’yê û Pêkhateyên Tevgera Jinan yekîneya aborî ava kir û ji bo li dijî şîdetê bisekinin li herêmê xebatên aboriya cur bi cur plan kir. Bi hevalên Koordînasyona ekolojî û aboriyê re li tevahiya herêmê tovên xwezayî yên bê GDO hatin berhevkirin. Me ev li serayên xwe çandin. Ji bo çandiniyê me xakên Kurdistan û Mezopotamyayê hilbijart. Bi vê xebatê me dît ku xaka me çiqas dewlemende.”

Bi aboriya jinê re projeya civakî

Yelîzê destnîşan kir ku dema ev proje pêş xistine ne tenê aliyê wê yê aborî, aliyê wê yê civakî, siyasî ûekolojîk jî li ber çavan girtine. Ev gund hatibû valakirin. Bi vê xebatê me xwest em vegera gund pêk bînin. Me beyî derman û gubreyê kîmyewî tovên xwezayî çandin. Me çand û dîroka xwe esas girt û xebata xwe meşand. Ev 5-6 sal bû ev xak nehatibûn çandin. Me ji xwediyên wan xwest hîbe bikin. Hilberînên me çandine, firingî, îsot, balcan, bamya, fasule, xiyar, pirpar, pîvaz, nane, roka, marul, trîoz, ecur, petêx û zebeşe. Hilberina destpêkê gelek baş bû. gelek gundiyên baxçeyên me dîtin gotin ewê xaka xwe hîbe bikin. Ji ber vê xebatek gelek girîng û watedare. Em difikirin ku wê ji gelek jinan re bibin mînak.”

‘Çandinî şoreşek mezin e’

Yelîzê got li gorî van xakan fêkî û sebze hilbijartine û ji Mugla, Marmarîs, Amed û Meletiyê me tovê xwezayî berhev kir. Armanca me ev bû ku em hilberînên li vir bi yên wan re bînin hember hev. Jinek di komunê de dibêje ‘Çandinî şoreşek mezine.’ Ji sedî 40 Qoserê karkeriya demsalî dike. Tevî ku xaka wan heye diçin bajarên Tirkiyeyê û bi heqdestekî kêm dixebitin. Ev xebat dixwaze karkeriya demsalî jî ji holê rake. Di komunê de jinên karkeriya demsalê dikin jî hene.”

Ereziya du donim û sê jin…

Yelîzê bi lêv kir ku jin, xweza,aborî û hilberîn ji hev venaqetin û got: “Aborî wekheve jin, jin wekheve hilberîn. Dema me komun ava kir rêgeza me rihê parvekirin, xebata kolektîf û piştevan bû. hevalên me ji bo xebatê heqdest nagirin. Hilberîn wekhev belav dikin û heqê keda xwe digirin. Ez bang li jinan dikim. Her derê Kurdistanê tên şewitandin û hilweşandin. Ez wisa difikirim ev xebat hêviyê dide. Em bi sê jinan û du donim erezî ketin vê xebatê. Sala pêş emê komun û ereziya xwe mezin bikin.”

‘Emd ixwazin azadiya aboriyê bidin qezenckirin’

Zîlan Ozel ya di Yekîneya Aboriya Midûriyeta Jinan a Şaredariya Qoserê de dixebite got di meha sibatê dest bi xebatan kirine û got ji bo tovan biçînin bi sê jinan re komun avakirine. Zîlanê got armanca xebatê eve ku komunê ava bikin û xebatê zêde bikin. Zîlanê da zanîn ku ew dixwazin azadiya aboriyê bi jinan bidin qezenckirin.

‘Em dixwazin vegerin ser xwe’

Ronahî Avci jî destnîşan kir ku dewletê mirov di serî de ji xak û xwezaya wê û her tiştî dur xistiye û got: “Em dixwazin jinê bi xakê re bînin cem hev. Pergala kapîtalîst her tiştî amade pêşkêş dike. Lê xak jinê zindî dihêle û enerjiyê didê. Jin her tiştî kişf dike. Ya çandinî derxistiye holê jî jine.Jin dikare aboriya xwe biafirîne. Em dixwazin ji nûve vegerînin ser xwe.”
Xwendekara Beşa Civaknasiyê ya Zanîngeha Erciyesê Rewşen Ozturk jî ku piştgiriyê dide xebatê got: “Ji ber projeyek jinê bû bandorek mezin li ser min kir. Jin ji her qadên civakê hatiye qûtkirin. Ji ber vê min di vê projeyê de cih girt.”

Gulnaz Çiftçî jî ku alîkariya berhevkirina hilberînan dike û xebatkara kooperatîfa jinê ye got ev proje di alî madî û manewî de gelek girînge û bang li mirovên ku xaka xwe terk kirine kir û got werin ser xaka xwe û nebin koleyên kesî.

(hu)