Tevgera Ekolojiyê: Werin em li hember faşîzmê daristanan biparêzin

17:43

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN - Tevgera Ekolojî ya Mezopotamyayê (MEH), li beramberî êrîşên hêzên dewletê yên li dijî xwezaya Kurdistanê banga hişyarî û têkoşîna hevpar kir.

Tevgera Ekolojî ya Mezopotamyayê (MEH), têkîldarî êrîşên hêzên dewletê yên bi hilweşîna ekolojîk didomîne, daxuyanî da. Di daxuyaniya nivîskî de hat destnîşnakirin ku di êrîşên qirkirinê de bi sedah mirovên sivîl û bi hezaran lawir hatine qetilkirin, dîsa gel bi zorê hatiye koçberkirin.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku “Qasî ku bajar, mirovên sivîl têne hedefkirin, xwezayê jî dikin hedef” û wiha dewam kir: “Dîktatoriya Qesrê ya faşîst niha jî daristanan dişewitîne, jiyana gund û bejahiyê tine dike. Li Cûdî û Licêyê ev du hefte ne bi operasyonan re şewatan jî destpê kirine. Bi balafirên şer, helîkopteran, topbaranan û gelek rêbazên leşkerî ve bi zanebûn daristanên me û tevahî zindiyên tê de tên şewitandin. Herî dawî li Licê qadên Sîse, Derxûs, Cenezûr û Hanya; li Silopiyayê di serî de bejahiya Cûdiyê bi dehan nuqteyan agir hate dadan, bi şewata daristanan ve bi hezaran hektar daristan hatin tinekirin. Ekîbên agirkuj û gelên herêmê ku dixwazin ji bo vemirandina van agiran destwerdanê bikin jî ji aliyê leşkeran tên astengkirin. Di vê çarçoveyê de beşên hestiyar û rêveberên xwecihî yên hewl didin biçin qadên hatine şewitandin jî ji aliyê hêzên dewletê tên astenkirin, tên binçavkirin. Saziyên dewletê yên bi vemirandina agir berpirsiyar in jî tevî hemû bangawaziyan xwe ker kirine. Li beşên din ên welat li hember şewatên daristanan destwerdanên bi balafiran, helîkopteran û tevahî derfetên dewletê pêk tên. Lê, li van qadan zihniyeta ku mudaxeleya gel jî asteng dike hewl dide tevahî gundan vala bike û ji jiyanê qut bike. Di vê çarçoveyê de Taxa Helhel a Hezroyê bi hinceta ‘herêma ewlehiyê’ hatiye valakirin û veguherandine bargeha leşkerî.”

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ku mehên Tirmeh-Tebaxa sala bihurî li seranserî welat daristanek 500 hezar hektarî şewitiye, wiha dewam kir: “Di encama şewatên li Licê, bax, baxçe, zevî, qadên çandî yên 15 gundan şewitîn. Gundê Huseynîk bi temamî hate tinekirin.”

Tevgera Ekolojî ya Mezopotamyayê (MEH) di dawiya daxuyaniya xwe de ev bang kir: “Êrîşên li dijî xwezayê li ser ekosîstema Kurdistan, Tirkiye, Rojhilata Navîn û cîhanê texrîbatên veguherandina wê bêîmkan pêk anîne. Ji bo îsal jî heman texrîbat pêk neyên, pêwîst e beşên hestiyar ên civakê bikevin nav liv û tevgerê.

Li dijî polîtîkayên hilweşîn û îmhayê yên li hember gelê Kurd ku di her demê dîrokê de bi xweza û civakê re bi awayek aştiyane jiyaye û xwezaya wê, di serî de ekolojîst û parazvanên havîrdor ên Tirkiyeyê, em bang li her ferd, sazî û derdorên ekolojîk yên xwedî wijdan dikin ku bibin dengên me û tevlî tekoşîna hevpar bibin.”

(zt)