Meşa xwezayê bo Çunguşê

11:47

JINHA

AMED - Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bi dirûşmeya “Bi xwezayê re bibe yek bi sporê re azad bibe” meşa xwezayê pêk tîne, meha duyem a îsal ji bo gundê Medîa yê Çungûşê hate kirin.

Midûrtiya Şaxa Sporê ya bi ser Serokatiya Daîreya Karên Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê meşên xwezayê bi dirûşmeya “Bi Xwezayê Re Bibe Yek Bi Sporê Azad Bibe” tên lidarxistin, berdewam in û meşa duyan li gundê Medîa yê Çungûşê pêk hat.

Roja 25ê hezîranê 40 xwezahez saet 07.00'an li Sumerparkê hatin cem hev û ka divê bala xwe bidine çi û li çi haydar bin, di vî warî de hatin agahdarkirin û piştre jî tîşort û kumên li ser wan “Bi xwezayê re bibe yek bi sporê re azad bibe” nivîsandî li xwe kirin û berê xwe dane gundê Medîa yê Çungûşê. Xwezahez 10 kîlometir li newal û çiyayên Medîayê geriyan û piştî meşê gend û gilêşê xwe dane hev.

(rc)