Her diçe ava Gola Zewiyan kêm dibe

09:01

Zeynep Durgut/JINHA

COLEMÊRG - Li Colemêrgê Gola Zewiyan ji ber bêtebiriyê her diçe ava wê kêm dibe û ber bi ziwabûnê ve diçe.

Li Taxa Merzanê ya Colemêrgê Gola Zewiyan a ku xwediyê ciheke girine ji bo welatiyên herêmê her diçe ava wê kêm dibe û bi windabûnê re rû bi rû ye. Gola Zewiyan ji ber kûrbuna xwe ne ji aliyê Welatiyan ve ne jî ji aliyê destûrmenda ve tu pêşgirî nayê dayin. Gola Zewiyan ji ber bêhizyariya destûrmendan bi tunebûnê re rû bi rû ma ye. Li gorî tê gotin, di nava demboriyê de gelek kes ketine golê û xeniqîne, ji bo wê jî kes newêrin xwe nêzî golê bikin. Derdora golê bi giyaye, û hinek jî şile dema mirova lingê xwe nêzdike hema diçe xwarê. Welatiyên taxê bang li peyîwendîdaran kirin ku ji bo golê tedbîrê bigirin.

(zt)