Li gundê Comlaş yekem kartol bi destê jinê hat çandin

09:08

Şehrîban Aslan/JINHA

AMED – Baysal Peker ya dest ji xakê bernade, her hefte diçe gundê xwe yê Licê. Li gund yekem katlol çand û bi kelecan jî li bende encama wê ye.

Jinên bi polîtîkayên şer hewl tê dayîn ji xaka wan bên qûtkirin, bi înatek mezin ji jiyana xwe ya bi piştevaniyê qût nabin. Li navçeya Licê ya Amedê jin bi hatina havînê re têkiliya xwe ya bi xakê re pêş xistin û dest bi çandiniyê kirin. Jina bi navê Baysal Peker ya li Amedê dijî, her dawiya hefteyê diçe gundê Daralan (Comlaş) ya Licê û çandiniyê dike. Baysal ku kartol, nok û kundiran diçîne, di heman demê de yekem kesa ku li gund kartol çandiye.

‘Ez gelek bi kelecanim’

Baysalê bang li jinan kir ku bi çandiniyê re mijûl bibin û wiha berdewam kir: “Bi vî awayî hewcedariya wan ji kesî namîne. Hevjînê min li hala sebzeyan dixebite. Ez jî carna diçim cem wî. Min dît ku kartol gelek tên firotin. Min ji hevjînê xwe re got em jî li gundê xwe kartola biçînin. Dema min nû çand, fikarên min hebû. Me gelek lêkolîn jî kir. Me nedizanî çawa tê çandin. Lê niha kartolên me şîn bûne. Dema min dît ez gelek kelecanî bûm.”

‘Dawiya hefteyê têm gund’

Baysal bi lêv kir ku ew di her hilberîna ku diçîne de kelecanî dibe û got: “Em bi kelecan li bende encamê ne. Hemû gundî mereq dikin. Ez li navenda Amedê dijîm. Ji bo çandiniyê ez têm gund. Ez hilberînên xwe av didim. Kêfa min jê re tê. Em xaka xwe îro neçînin wê ji destê me biçe. Encama kartolan baş be emê gundiyan teşwîq bikin. Mirov li gund bijîn baştire. Mirov baştir pêre eleqeder dibin. Bi taybet jin divê jin bi keda xwe muhtacê kesî nebin.”

(hu)