'Li Wanê dê pêşengên akonomiyê jin bin'

09:14

JINHA

WAN - BİKAD-KOOP ya ku bi pêşengiya jinan hatî avakirin xebatên xwe di derbarê aboriya jinan de birêve dibe. Ji rêvebera BİKAD-KOOP Nejla Bakır got: "Hedefa me mezine, emê jin pêşengiya ekonomiyê bikin."

Li hemberî pergala tekelciya dewletê jinên Wanê kooperatifên komunal pêşdixin. Çanda Derdor a Alîkariya Jinan a Bostaniçi û Kooperatifa Xebatê(BİKAD-KOOP) ya ku ji aliyê Komisyona Ekonomiyê ya KCD'a Wanê ve piroja wê hatî danîn her diçe pêşdikeve. Rêvebera BİKAD-KOOP'ê Nejla Bakir diyar kir ku li gel hilqeşînên li Kurdistanê tên jiyan kirin jî ew jin modelên ekonomiyê pêşdixin.

Nejla wiha qala xebatên xwe yên kooperatifan kir: "Em weke kooperatif difikirin bi jinên ji axê hatîn dur xistin re dikarin çî bikin. Emê çawan bikaribin ekonomiya jinan bihêz bikin. Em difikirin ji baxçê xwe yê çîlekan rîçolê çêkin, paşê jî zebzeyên bên gihandin derxîn bazarê. Li Erdişê lihana û pelê mêwan ên gihiştî hene. Emê van ji bo pêdiviyên welatiyên Wanê bixebitînin. Li Qelqeliyê jî beşek mezin genim hatiye çandin."

Nejla bilêv kir ku ew hewildidin hemû jinan tevlî van pirojeyan bikin û wiha domand: "Em berhemên xwe di eko-jin de pêşkêş dikin. Ev jî tê wateya berhemê jinan. Tiştên li vêderê digihin, em dişînin Amedê, tiştên li wê çêdibin li vêderê neyî ew jî ji bo me dişînin. Li Sêrtê jî em dimsê çêdikin. Ew li Wanê nîne, ji bo Wanê jî dişînin. Bi vî awayî em tiştên li heremekê neyî bi yên heremek din diguherin û zincîra ekonomiyê çêdikin. Em bibiriyarin ku dê pêşkêşiya ekonomiyê jin bikin."

(zt)