Nepeniyên girê Til Temirê

09:06

Ronîda Hacî/JINHA

TIL TEMIR- Li her gundeke bajarê Til Temir girek heye û piranî jî van giran navê xwe ji gundê xwe girtine. Her yek ji van giran jî çîrokeke wê heye. Çîrokên ku nepenîbûna wan balkêştir dike.

Li bajarê Til Temir ya girêdayî Kantona Cizîrê, di her gundekê yan jî nêzîk gundan, gireke ne zêde bilind heye. Ev gir piranî navên xwe ji gundan digrin. Carna bûye ku navê gir li gund hatiye kirin. Derbarê van giran bixwe de jî pir nêrîn û çîrok têne vegotin. Jixwe navê Til Temir bixwe jî bi erebî tê wateya Girê Xûrmê.

Nêrîna hevpar a niştecihên herêmê, ew e ku ev gir beriya hezaran salan meskenê qebîleyên koçber û bazirgan bûye. Tê gotin karwanên ku ji bajar û welatên dûr ên Sûriyê, Erebîstan û hwd. dihatin li ser van giran bêhn vedane, gel li wir ji bo kirîna tiştan kom bûne. Yanî wek bazarên demkî hatine bikar anîn. Herwiha tê gotin rêzanên karwanan li ser van giran rêya xwe kontrol dikirin û dema ku xeteriyek hebûya li gir agir vêdixistin û karwan agahdar dikirin.

Yek ji nêrîna din a ji bo van giran jî tê gotin ku melek û qiralên herêmê zêr û tiştên xwe yên giranbûha ji bo ku veşêrin, gir çêdikirin. Ev bawerî bûye sedem ku pirî caran kesên bi mereq ji bo dîtina zêr girên li herêmê bikolin. Elbet piranî bê encam mane. Çi bibe bila bibe her girek li bajar di nav xwe de çîrok û nepeniyan dihewîne.

Piranî jî tiştek an jî serpêhatiyek ji bo gir dibe nasname. Wek mînak yek ji van giran li Gundê Til Ruman e ku tê gotin dara hinarê li wir şîn bûye û navê gir û gund jî wiha danîne. Gundeke din a ku çîroka wê heye Til Fêda ye, fêda bi zimanê Erebî tê wateya bahoz û tê gotin ji ber li gund zêde ba û bahoz hebûye, navê gir jî danîne Til Fêda.

Şêniyên herêm çiqas di derbarê van giran xwedî nêrîn û baweriyan bin jî, pêwîstî heye ku her yek ji van giran bi şêwazeke zanistî û xebatên arkeolojîk werin lêkolînkirin. Dibe ku her yek ji van giran li jêr xwe de dîrokeke demdirêj veşartibe. Heya wê demê dê di nav nepenîbûn û meraqê de ev rastî veşartî bimîn in.

(en/rc)