Bi pêşengiya jinan çandiniya xwezayî

11:06

JINHA

AGIRÎ - Hevşaredara Agiriyê û encumenên jin ên şaredariyê dê çandiniya xwezayî bikin.

Şaredariya Agiriyê ya ku ji talana AKP'ê hat xilaskirin, di aliyê projeyên jinan de gavên girîng davêje. Bi xebatên Hevşaredara Agiriyê Mukaddes Kubîlay û encumenên jin dê li baxçeyê Tesîsa Parzunkirina Avê ya Şaredariya Agiriyê çandinî bê kirin. Jinên bi armanca afirandina nebatên organîk dest bi xebatê kirin, gelek şitilên fasolî, becanên sor, xiyar, bamya, petêx, zebeş û gelek nebatên din dê biçînin, her wiha dê şitilên darên fîkiyan jî bên çandin.

'Jiyana ekolojîk bi destê jinê pêkan e'

Hevşaredara Agiriyê Mukaddes Kubîlay diyar kir ew gelek giringiyê didin xebat û keda jinê, got ku ew dê di hemû qadên jiyanê de xebatên xwe bi pêş bixin û wiha pêde çû: "Wekî jinên Şaredariya Agiriyê, me biryar da ku em di hemû qadên jiyanê de afrîneriyê bikin û jinan tevli van xebatan bikin. Jiyana ekolojîk, çandiniya bi xwezayî bi destê jinê teşe digire. Em dê îro pêde jî xebatên xwe berdewam bikin."

(zt)