Jinên Wanî li qontarê çiya catirê berhev dikin

12:01

JINHA

WAN - Jinên Kurubaşliye diyar kirin ku ji bo ew westandina rojê ji ser xwe bavêjin tevî zarokên xwe li qontarê çiya catirê kom dikin. Jinan gotin, "Catira ku em û zarokên xwe kom dikin, em dinav xwarinan de bi kar tînin. Em tercih nakin ku herin baharatên xwe ji bazarê bistînin. catira ku em kom dikin hem xwezayi ye û hem ji derûniya mirovan re jî başe."

Herêma Serhatê ji şert û mercên giran yê zivistanê derket û xwe bi hatina biharê nû kir. Ji aliyê kî ve hîn li ser pişta çiya berf û ji aliyê din çiya kirasê şînahiyê li bejna xwe kiriye. Mirov dikare van dîmenan li taxa Kurubaşa navçeya Artemêtan ya Wanê bibîn e. Jinên taxa Kurubaşê ji bo westandina rojane ji ser xwe bavêjin û hem jî li xwezayê bigerin li serê çiyê catirê kom dikin. Jinên taxa Kurubaşê bi vî rengî keyfxweşiya xwezayê dijîn.

'Giyayê ku li çiya tê kom kirin ji derûniyê re başe'

Gulşen Şan (35) diyar kir ku ew bi kom kirina giya catirê westandina rojane ji ser xwe tavêjin û got ew catirê ji bo gelek tiştan bikartîn e. Gulşen bilêv kir ku dema jin regl dibin bila catirê bikelînin û ava wê vexwun. Gulşen got ku teybetmendiya catirê herî mezin êşa canê mirov dibire. Gulşen destnîşan kir ku ew catirê di şorbê û gelek xwarinan de bikar tîne û wiha dom kir: "Catira ku ez û zarokên xwe kom dikin li malê di gelek xwarinan de dixebitînim. Ev catira ku em kom dikin hem ji bo derûniya mirovan û hem baharata xwezayi ye."

'Divê em li xwezayê xwedî derkevin'

Meryem Kumli (35) jî diyar kir ku bereketa xwezayî bi keda destê jinê hat gel hev û wiha got: "Jinên taxên bi teybetî bi karên malê ve mijûlin. Em jin li jiyanê parçeyek reng, ked û bedewbûnek xwezayî ne. Dema berê dayikên me ziyan nedidan xwezayê û pêdiviyên xwe pêk tanîn. Li gorî hemû ziyana ku mirov didin xwezayê dîsa jî xweza afrîneriyê dike. Divê em xwedî li xwezayê derkevin."

(dt/rc)