Aşê dîrokî ‘çilaş’ bi xetereya tinebûnê re rû bi rû ye

09:30

JINHA

WAN – Li Payîzava aşê dîrokî ‘Çilaş’ ku bi hatina welatiyên ji bajarên derdorê dîsa zindî bibû, bê av hat hiştin û li hember têknolojiya pêk ketî têk çû. Ji welatiyên Payîzava Behiye Taniş diyar kir ku tinebûna aşê dîrokî yê avê, tê wateya tinebûna nirxên çandî.

Aşê Çilaş yê li navçeya Payîzava ya Wanê destpêkê li hember bêavbûnê û piştre jî li dijî teknolojiyê têk çû. Aştên ku ji dema Urartuyan maye û nêzî 2 hezar û 700 salîne, berê ji gelek welatiyan re dibû çavkaniya debarê û niha jî bi xetereya tinebûnê re rû bi rû ye. Behiye Taniş (72) diyar kir sşên avê yên dîrokî ku li taxa Degîrmen Duzu ya Payîzava cih digirin, 35 sal berê di faliyetê de bûn û piştî ku avahiya diçû van aşan ji bo Wanê hat dayîn, aş yek bi yek hatin sekinandin. Behiyeyê bi lêv kir ku ev aş berê wek fabrîqeyê dixebitîn û çendek berê welatiyan li ser genim û ceh li ser pişta hestiran dianî.

‘Jin bi keda xwe li her qada jiyanê ye’

Behiyeyê destnîşan kir ku bi rojan mîvanên ku ji bajarên derdorê dihat dikir mîvan û got: “Welatî ji Wan û navçeyên wê bi karwanan dihatin. Genimê xwe dihêrandin. Dor nedihat wan. Zarokatiya min li vir derbas bû. Bi sedan welatî dihatin vir. Me li vir ew wek mîvan pêşwazî dikirin. Ev bi rojan berdewam dikir. Me ji wan re xwarin çêdikir. Me gelek mirov nas kirin. Em bi jinan re dihatin cem hev û me sohbet dikir.”

‘Welatiyan berê xwe da aşên elektîrîkê’

Behiyeyê got wan debara xwe bi van aşan dikir û got pereyê qezenc kirin pê karê din dikirin û got li wir çandiniyê zirar dîtiye. Behiyeyê wiha got: “Welatiyên vir debara xwe bi çandinî û sewalkariyê dikin. Piştî aş tinebûn, welatiyan berê xwe dan aşê elektîrîkê. Ardê ku ji aşê avê dertê bi tenduristire. Tinebûna van aşan, tê wateya nirxên çandî.”

(hu)