Koça zayîna masiyên Wanê dest pê kir

09:20

Vîldan Atmaca/ JINHA

WAN - Li Erdîşê wek her sal îsal jî, masiyên Wanê ji bo zaînê ji ava sodayê ya gola Wanê berê xwe didin ava şêrîn. Melevaniya masiyan yê bi avêre hêjayê dîtinê ye.

Masiyên Wanê (Încî kefal) ku di cîhanê de tenê li Gola Wanê heyî, wek her sal îsal jî di heyva Gulanê de berê xwe didin ava şêrîn. Bi tenê Masiya Wanê ya ku di nav gel de bi navê “încî kefalî” tê zanîn, dikare di gola wanê de bijî. Di mehên Gulan û Hezîranê de ji bo ku hêkên xwe danîn, li avên şirîn digerin. Lê bi rastî jî eve rêwîtiyek pir bi zehmet e. Masî neçarin ku li hemberî herikîna avê melevaniya bikin. Ev têkoşîna wan dîmenên bêhempa derdixine holê. Ji bo Masiyên Wanê yek ji tehlûkeyên herî mezin ocaxên kevir û xîzê ne. Her wiha bendavên ku dibin sedema mirina zindiyan her roj tehlûkeyê jiyanê zindiyan zêdetir dikin.

(rc)