Li Dêrsimê tovê xwezayî bi destê jinan tê hilberînkirin

09:23

JINHA

DÊRSIM - Jinên Pulurê hem tovê xwecihî dihilberînin hem jî li hember jiyana modernîteya kapîtalîs ya tak perestî giyana kolektîf ava dikin.

Bi zêdebûna sektorên pişezasiyê keda mirovan tê binpêkirin û berhemên GDO yî bi teybetî tenduristiya mirovan xerab dike. Jinên li navçeya Pulura Dêrsîmê li hember hilberîna keda mirovan tine dihesibîne û talokeya jiyanê jiyana komunê avadikin. Jin li zeviyan zebze diçînin û tovê xwecihî bi dest dixin. Ev berhem pêdiviyên wan ên zivistanê pêktîne. Xebatkara Tevgera Jinê Federasyona Mafe Demokratîk Nurduvan Dinlen xebatên xwe yên li Pulurê didin meşandin wiha anî ziman. "Armanca me ya çandina tovê xwecihî ji ber ku em baş nasdikin li gorî wê xwedî dikin. Ji ber em tovê ji derve nizanin ka çawaye. Armanca me ya din hêdî hêdî tovê petatên xwecihî peyda bikin."

Nurduvan diyar kir ku li zeviyan ew herî zêde tovê xwecihî bi dest dixin û wiha berdewam kir: "Ji bo wê dema em tovê xwecihî bi dest bexin em çandiniyê dikin. Me tu derman kimyasal bikar ne anî, ji bo ku em tovê xwecihî bi destbexin. Armanc ewe ku em bi gubra sûnî tov hilberînin. Me tovê ekolojîk bi destxist. Me xwest tovê ku em diçînin ji kîjan tuxmî ye bizanin. Piştî çend çandiniya tov dibe tovê xwecihî."

'Çanda xebatê bi hev re pêşket'

Nurduvan anî ziman ku xebata wan bi ekoloji û nêrînên jinê pêşdikeve, di heman demê de aboriya jinê cih digire û wiha dom kir: "Me gavek ekolojik avêt û êdî me dest bi çandina petatan kir. Ji xeynî çandina petatan me dest bihilberîna zeviyan kir. Jinan bi vî rengî pêdiviyên xwe yên zivistanê amedekirin. Em gihiştin armanca xwe.

'Di merhela pêşî de civakê neyînî meyze dikir'

Nurduvan anî ziman ku gava wan pêşî behsa çandinê kirine bala tukesî nekişandiye, lê dîsa wan xebata xwe berdewam kirine û wiha lê zede kir: "Zeviyên me zêde ne mezinin têne 3 donim û zeviyeke. Me 300 ton petat hilberîn kir. Me ev petat li xwe 7 jinan parkir. Zivistanê pêwistiya hemu kesî bi 3 kîs petat heye. Di heman demê de jî me dan jinên ku pediviya wan heye. Gava me nû behsa çandinê kir hemu kesî bi neyînî meyze dikir. Li navçeyçê keda jinê dihat binpêkirin. Ji ber vê di merhela pêşî de me bibawerî jiyan kir. Dema ku me hilberîna zeviyan kir ji nû de bi me re bibewerbûn çebû. Piştî xebata me ya çandiniyê hemu kesî taleb kirin ku tevlî xebate me bibin."

'Ji bo parastina nirxên xwe em bi sîstema kapîtalîst re şer dikin'

Nurduvan destnîşan kir ku sîstema kapîtalîs hemu jiyan talan kiriye û ew ê li hember vê hilberînên xwe zêde kin û wiha gotinên xwe ber bi dawî bir: "Di heman demê de jin hem berhemên xwe bi destdixin û hem dibifiroşin. Jin wê aboriya xwe jî bixwe bi dest bixin. Di vê dema ku mirov yek kesî bûn û çand tê tune kirin hewceyê ku mirov jiyana komînê ava bike. Devera ku destê kapîtalîst gihîştiyê hemu talan û tune dibe. Em jî ji bo nirxên me tune nebin xebatan dimeşînin."

(dt/zt)