Li Heskîfê meşa xwezwayê

17:04

JINHA


ÊLIH - Di roja duyemên a sempozyuma ji bo pêşîlêgirtina Projeya Bendava Ilisuyê gotûbêj hate kirin û meşa xwezayê hate lidarxistin.

Li Êlihê ji bo xilaskirina navçeya dîrokî Heskîfê û pêşîlêgirtina Projeya Bendava Ilisuyê sempozyuma ku tê lidarxistin di roja duyemîn de berdewam dike. Di roja duyemîn de gotûbêj hate kirin û meşa xwezayê hate lidarxistin. Parlamenterê HDP'ê Mehmet Alî Aslan û gelek welatî beşdarî gotûbêjê bûn. Seroka Konseya Bajar a Êlihê Gûlîstan Akel diyar kir ku ji bo ku bendav neyê çêkirin ew ê mil bi mil têkoşînê bimeşînin. Akel bilêv kir ku li dijî çêkirina bendavê hêj dereng nemane û ji bo betalkirina porjeyê dê bi gelê Heskîfê re heta dawî li ber xwe bidin.

Di dawiya gotûbêjê de guhdaran pirsên ku li axafkeran kirin. Piştî gotûbêjê ji bo xweşîkbûna Heskîfê bê dîtin aktîvîstên xwezayê meş li dar xistin.

(zt)