Jinên Erxenî dibêjin 'Dest nedin Qotê Berçem'

11:16

JINHA

AMED - Gundê Qotê Berçem ê Erxeniyê li ber robarê Salarê HES'ê stunên bendavê avêtin. Jinên Erxeniyê ji bo Qotê Berçem a ku dê ji bendavê bandor bibe gotin "Bila xwezaya me tune nebe."

Li robarê Salar ê nezî gundê Qotê Berçem ê navçeya Erxeniya Amedê stunên ji bo Santrala Hidroelektirk hatin avêtin, mekîna kar dest bi şikandina zinaran kir. Dora gundê Qotê Berçem ku bendav dê lêbê çêkirin bi çiya pêçayiye. Ji aliyêkî ve mekîne kar zinaran dişkîne, ji aliyê din ve jî xwezayê qatildike û dara di bire. Li gund mekîna kar hemû darên fêkiyan ên gundiyan daye ber xwe û dibire. Li ber herikbariya Qotê Berçem ê hemû baxçe û zevîne. Qotê Berçem hemu bax û bîstanên Erxeniyê avdide û dengê ava wê xweşikbûna xwe dide gund, turistên ku tên herêmê dikevin atmoferek cuda. Welatiyên ku tên xwazayê û dîrokê meraq dikin, hem jî Qotê Berçem dişibînin Munzurê. Gelek walatiyên gund û navçê ji çêkirina bendava ku dê li Qotê Berçem bê çêkirin bê agahîne. Gundiyan gotin ku ew nizanin kîjan fîrma bendavê çêdike, tenê zanin ku karkerên serkarin û wiha dom kirin: "Em naxwazin bendav bê çêkirin lê dewlet dîsa jî çêdike."

Karkerên pakijiyê yên Rezanê diyar kirin ku tukes nikare hawaya paqij û xwazaya vir bi peran bikire. Jinên ku hatin Qotê Berçem seyragihê gotin ku ew naxwazin qada wan a seyrangihê bibe cihê bendavê.

'Em naxwazin dest bidin vêderê'

Fatma Guçlu ya hatî Qotê Berçem a Erxeniyê seyrangihê da zanîn ku ew der cihê seyrangihê ye û wiha dom kir: "Bila xwezayê tûne nekin."

Imgihan Tuy jî got: "Em nahêlin qada seyrangiha gel xira bikin. Cihek pir xweşe. Em hemu livir di gihîjin hev. Evder ji bo me hemiya xweşe, em naxwezin were xira kirin."

Cihat Yigit jî bilêv kir ku herî zêde keyfa wan ji xweza û ava Qotê Berçem re tê û wiha axivî: "Em tên vê derê seyranê, em li vêderê avjeniyê dikin, bila tune nebe. Herî zêde ez ji ava vir hez dikim û naxwazim bê xirakirin."

(dt/zt)