Li dijî êrîşên li hemberî Heskîfê wê jin dengê xwe bilind bikin

13:14

JINHA

ÊLIH – Ji bo Heskîfa ku di bin tehdîda Bendava Ilisuyê de ye wê sempozyumeke 2 rojan pêk bê. Di sempozyumudê de wê jin kursiya serbest ava bikin û polîtîkayên têkildarî tinekirina Heskîfê de wê weke çanda tecavuzê bidin nasîn û li dijî zîhniyeta ku dixwaze li ser îrade û bedena jinê serdestiyê bike, fikrên xwe îfade bikin.

Ji aliyê Konseya Bajar a Êlihê ve ji ber sedema ku Heskîf di bin tehdîda Bendava Ilisuyuyê deye wê sempozyumek bê lidarxistin. Sempozyum di navbera 7-8’ê Gulanê de wê li Sîneyamaya Yilmaz Guney bê lidarxstin. Ji qada navneteweyî akademîsyen, komeleyên xwezayê, ekolojîst, siyasetmedar wê bên cem hev û ji bo Heskîf tine nebe wê kîjan polîtîka bê meşandin û qadên têkoşînê wê bên nîqaşkirin. Di sempozyumê de Meclîsa Jinan a Konseya Bajar a Êlihê, Platfoma Jinê, KJA û partiyên siyasî wê bi meclîsên jinan re xebatek bê meşandin û kursiya jinê wê bê avakirin.

Tecrubeyên têkoşînê wê bên parvekirin

Hevşaredara Êlihê Gulîstan Akel ji bo parastina Heskîfê banga têkoşînê kir û got ne tenê bi gelê Êlihê û Heskîfê re wê hemû gelan re têkoşîna parastina Heskîfê nîqaş kir. Gulîstan destnîşan kir ku têkildarî vê mijarê de wê bi komên cuda yên kul i dijî êrîşên li ser çand û dîrokê têkoşînê dimeşînin re bên cem hev. Gulîstan wiha berdewam kir: “Di roja yekem ya sempozyumê de wê gelek runiştin pêk bên. Ji qada neteweyî û navneteweyî wê gelek rêxistinên jinan û rêxistinên ku têkoşîna xwezayê didin bên cem hev.”

‘Li dijî çanda tecawizê wê jin dengê xwe bilind bikin’

Gulîstan bi lêv kir ku di roja 2’emîn ya Sempozyumê de wê bi gelê Heskîfê re bên cem hev û wiha pê de çû: “Em bi gel re platformekê ava bikin. Emê li wir jî gotina xwe bêjin. Emê li wir gotina xwe bêjin û li dijî tinekirina Heskîfê dengê xwe bilind bikin.” Gulîstan got bi taybet wê jin li dijî çanda tecawizê li Heskîfê qêrîna xwe bilind bikin û got: “Meclîsa Jinan a Konseya Bajar a Êlihê, platfoma jinê, KJA, Partî wê bi meclîsên jinan re kursiya serbest ava bikin û polîtîkayên têkildarî tinekirina Heskîfê de wê weke çanda tecavuzê bidin nasîn û li dijî zîhniyeta ku dixwaze li ser îrade û bedena jinê serdestiyê bike, fikrên xwe îfade bikin.”

Gulîstan di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku ne ew û ne jî gelê Êlihê ti carî polîtîkayên ku Heskîfê tine dikin qebûl nakin û got ew vê sempozyumê wek qada têkoşînê dinirxînin û banga beşdarbûnê kir.

Sempozyum di 7’ê Gulanê de wê li Sînemaya Yilmaz Guney wê saet di 10.00’an de dest pê bike. Kursiya jinê jî di navbera 16.00 û 20.00’an de bê avakirin.

(hu)