Li Artemêtan 4 hezar dar hatin çandin

15:00

JINHA

WAN - Li 'Daristana Bajêr a Kobanê' ya navçeya Ertemêran çalakiya dar çandinê bi durişma 'Em ê Ertemêtana şîn hîn şîntir bikin' destpêkir.

Li navçeya Ertemêntan a Wanê ji aliyê Şaredariya Ertemêtan ve bi durişma 'Em ê Ertemêna şîn hîn şîntir bikin' xebatên dar çandinê destpêkir. Li daristana bi navê Kobanê bi navkirin 4 hezar dar hatin çandin. Di çalakiya dar çandinê de Wekîla Hevşaredara Ertemêtan Nurhayat Çelik, rêvebirên DBP û HDP, endamên Meclisa Ekolojiyê ya KCD'ê, Dayîkên Aştiyên, endamên Meclîsa Demokrat a Ertemêtan, endemên Meclîsa Şaredariya Ertemêtan, Xwendekarên Zanîngiha Yuzuncû Yilê, Mamote û gelek kes amadebûn. Di derbarê çandina daran de wekîla hevşaradar Nurhayat Çelîk diyar kir ku ji bo hemu qadên navçeyê bên şîn kirin û ev xebat bên ferihkirin wan ev xebat daye despêkirin. Nurhayat da zanîn ku li ser navê xebatên pêysajoya dar çandinê sala çuyî 'Daristana Bajêr a Kobanê' ava kirin û xebatên dar çandinê dan destpêkirin.

Piştî dar çandinê yên tevlî çalakiyê bûn stran gotin û govend gerandin.

(dt/zt)