'Divê têkoşîna bêax bê destpê kirin'

09:06

Bêrîtan Canozer/JINHA

AMED - Aktivîsta Ekolojiyê Ozlem Yenîay a ku tevlî perwerdeyê salek yê Tevgera Karkerên Bejahiyên Bêax a Brezilya (Brezilya Topraksız Kır İşçileri Hareketi) bibû, ku di armanc de jiyanek altarnatîfa tip, perwerdehî, çotkarî û kolekftî heye wiha got, "Bîrdoziya tevger û têkoşîna ku li Brezilya hatî avakirin divê bê esas girtin û têkoşîna bejahiyên bêax bê despêkirin."

Endama Platforma di Îsyanê de ne yê Behra Reş, Aktîvîsta Ekolojiyê Ozlem Yeniay, tevlî perwerdeya ku ji aliyê Tevgera Karkerên Bejhaiyên Bêax a Brezilya (Brezilya Topraksız Kır İşçileri Hareketi) pêk hatî bibû û demek ligel niştecihên gund ên bejahiyên bêax ma. Welatiyên ku axên wan tev hatî dagirkirin, li wir bi kolektîfê jiyanek komînal avadikin. Hêjmarê tevgerê li welatên Ewropayê gelek belav bûne û hêjmarê aktivîst, endam û kadroyên wê gelekin. Ozlem qala tecrûbeyê salek yê tevgera Brezilyayê kir û diyar kir ku divê ax bi cotkariyek kolektîf bê rêxistin kirin.

'Cotkar xwe bi rêxistin dikin û jiyanek altarnatîf ava dikin'

Ozlem destnîşan kir ku li Tirkiyê û Kurdistanê tune kirina civak û çandinê ji endûstriyela Brezilyayê zêdetir e û wiha axivî: "Ev tune kirin gelek cuda û mezintir e. Tevgera Karkerên Bejahiyên Bêax di sala 1984'an de hate avakirin. Îsal 31'mîn salvegera xwe pîroz kir. Em hişmendiya mulkiyetiyê red dikin. Axên ku tên dagirkirin bi awayekî kolektîf dê bê candin. Li welatan desthîlatdar xwediyên erd bêerd dihêlin û bi hezaran xwediyên erd dibin koleya pergalê. Li ser binpêkirina keda wan sermayê dê bikar anin. Li Brezilyayê ji bo bikevin pêşiya vê ev tevger hate avakirin û li hemû welatan hate belavkirin. Bivê tevgerê re cotkar êdî birêxistinin û jiyanek altarnatîf avadikin."

'Ez ê çavderiyên xwe parvebim'

Ozlem got ku salek li Brezilyayê perwerdehî dîtiyê û axaftina xwe wiha berdewam kir: "Tevgera Karkerên bêerd bi salane ji bo gundiyan xebatên xwe didin meşandin. Çavderiyên xwe li hemû welatî bi cotkar û endamên tevgerê re li parvadekim û rastiyê radigihinin. Me li ser Felsefeya dîrokê, teoriya Marksist, Agro û politikayên cotkariyên perwerdehiyan dît. Min piştî perwerdehiya 2 malan di derbarê erd û cotkariyê de fêrî gelek tişt bûm. "

'Li dijî tunikerinê divê em têbikoşin'

Ozlem di dawiyê de anî ziman ku divê dijî tunekirin û talankirinê têkoşina bê hempa bidin destpê kirin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Kapitalizm her ku diçe mezin dibe û metingeriyê dike. Lê li Kurdistanê bi hovitiyek mezintir tê kirin û erdên zêrîn tên talankirin. Divê em li gel vê talankirin û metingeriyê bi hemû saziyan re têbikoşin û xwedî li erdên xwe derkevin."

(ho/rc)