Jinan dest bi çandina gulên demsalî kirin

10:46

JINHA

AMED - Li seraya Şaredariya Peyasê ya Amedê 100 hezar gulên demî ji alî jinan ve hatibûn hilberandin, li parkan dest bi çandiniyê wan kirin. Armanca jinan ev e ku 100 hezar gulên demkî biçînin.

Li seraya Şaredariya Peyasê ya Amedê ji alî jinan ve gulên demî tên hilberandin, li parkan bi kar tînin û wê li parkên navçeyê biçînin. Gerînendehiya Karên Park û Baxçeyan agahî da û got: "Bi hatina havînê re me dest bi lênerîn û restorekirinê kir. Pêşî me ji lîstikên werzîşê dest pê kir û paşê jî dest bi çinîna gulên demkî kir. Bi dawîbûna xebatê re dê parkên me bi keda hevalên me ên jin hîn bêhtir şênber bibe. Di heman demê de daran em ji bo 7 parkên me ên nû ku tên çêkirin diçînin û ber bi dawîbûnê ve diçe." Bi vî awayî rengê keda jinê ya li parkên şaredariya Peyasê ya Amedê çawa şênber dibe, li parkan diyar dibe.

(rc)