Beyza Ustun: Bi hevkariyê avakirina jiyana ekolojîk pêkan e

17:08

Nişmiye Guler/JINHA

WAN - Li gel biryara Hikumeta AKP'ê ya "desteserkirina bi lez" mijara (SHE) an jî dîsa kete rojevê. Endama HDK- MYK ê Beyza Ustunê mijar nirxand û dazanîn ku gel bi zorê ji qadên xwe yên jiyanê tê dûrxistin û derxistin her wisa bal kişand ku bi hevkariyê avakirina jiyana ekolojîk pêkan e.

Li gel biryara "desteserkirina bi lez" ya ji aliyê hikumeta AKP'ê ve ku parlementoyê de jî hatiye erê kirin, mijara Santralên Hidro Elektrikê (SHE) ên ku dê li bajarên Kurdistanê bên avakirin, careke din hate rojevê. Endana HDK-MYKyê Beyza Ustunê mijar nirxand û got: "Divê em bibîrbînin ku di sîstema niha da şîrketên enerjiyê bi krîzeke mezin re rû bi rû ne, ev şîrketene bi bikaranîna sê amûrên wek xweza, civak û însanî û bi alîkariya dewletê bingehên xwe ji nû ve avadikin." Beyzayê balkişand ku projeyên SHE yên ku li Kurdistanê ji aliyê hukimetê vê tên avakirin, ji aliyê hikumetê ve wek "bendavên ewlehiyê’’ tên nîşandan, bi vê binavkirina SHE jî gelan û qadên jiyanê ji hev diqetînin. Her wisa hikumet bi dewirkirina "bendavên ewlehiyê’’ ji şîrketan re av jî kire metayek. Li vêderê polîtîkayeke wan a li ser enerjiyê tune ye. Berovajî bi zext û zordariya li ser gelan , dixwazin qadên jiyanê bixin bin qontrolê û vêya jî bi hegemonyaya-desthilatdariya şîrketan dikin.’’

'Bi desteserkirinê av tê hilweşandin’

Beyzayê dazanîn ku ew weke hêzên demokratîk da ku pêşîyê li ticarîbûna-bazirganiya avê bigrin, divê rêyên alternatîf bêne afirandin û di encama şerê li Kurdistanê hatiye jiyan, sermayeyê ji bo xwe qadên bi avê peyda kirin û hilbijartin. Beyzayê destnîşan kir ku bi biryarên "desteserkirina bi lez’’ ji aliyekê av tê hilweşandin, bingeha dîrokî, keleporî tê îmha kirin, ji aliyê din ve jî aramanca vê ev e ku xwe ji nû ve ava bike û wiha domand: "Polîtîkayên destdanîna ser jiyanên hemwelatiya tên meşandin. Ji bo vê jî bi rastî pêdivîya wan bi avê, bi madenan, bi ocaxên keviran û bi çîmentoyê he ye. Bi vê avakirinê dê li gorî dilê xwe mirovan li bajaran bicihbikin.’’

‘Dixwazin gel ji qadên jiyanê biavêjin’

Beyzayê got; "Bi desteserkirinê dixwazin gel ji bajaran dûr bêxin, di gava avakirinê de jî dê bi riya şîrketan avê wergirin. Divê em bi bîr bînin ku li Surê, li nêzîkê Baxçeyên Hevselê dest bi çêkirina înşaatan hatiye kirin. Dixwazin gel ji qadên jiyanê biavêjin. Beyza, nîşan da ku di qadên jiyanê de dixwazin kapîtalîzmê bidin jiyandin.Divê em bi perspektîfa Ekolojiyê qadên xwe yên jiyanê biparêz in. Anha li ber serê me di navbera Ferqîn-Xozatê dest bi sondaja gaza zinarî kirine û bi vê yekê ji tebeqeyên binê erdê heta ser rûyê erdê û heta ser avê hemû cihan jehrî dikin û dê hemû avên li dedorê dewrbikine wan şîırketane. Di navbera tejane (hewzeyên madenê) û geliyan dê gaza zinarî veguhezînin û dê van qadane biedimînin ku kes tê de nikaribe bijî.’’

'Çawkanîyên binerd û yên sererd di bin emrê şîrketan de ye’

Beyzayê anî ziman ku tevahiya çawkaniyên binerd û yên sererd di bin emrê şîrketan da ye, ew bajarên ku kapîtalîzm dikevîtê, avakirina jiyana nû dê bi êş û janan derbas bibe û wiha dom kir: "Dewlet dê li bajarên ku rastî xirakirinê û talankirinê hatine de sermayeya xwe bicîh bike, da ku li ser sîstemên xwezayî jiyaneke nû bê avakirin em ê jî bixebitin. Weke gotina dawî dixwazim bêjim ku li dijî desteserkirinê û SHE an divê em bibin yek, ji bo jiyanek nû jî divê ewilî şer xilas bibe, bi îradeya gel, avakirina civaka ekolojîk pêkan e."

(şsç/zt)