Bihara Çiyayên Colemêrgê

09:19

JINHA

COLEMÊRG - Li Çiyayê Zagrosan berf dihele, bi derketina guldaxwînan re biharê rengê xwe nîşan da.

Li çiyayê Zagrosan bi belekeyên berfê re guldaxwîn serî rakirine. Her ku berf dihele berbiharî çêdibe û hatina biharê rengê xwe nîşan dide. Çiyayê herî dêrîn Simbil şahidî ji gelek êrîşan re kiriye. Lê her dem gelê herêmê weke Simbil serhidêrbûye û serî li ber ti êrîşan nedaniye. Çiyayê Simbil û Ava Zê reng dide derdora Colemêrgê. Ava Zê ji Colemêrgê ber bi Başûrê Kurdistanê ve diherike. Li Başûr jî digehije Ava Dicle û Firad. li Heremê Colemêrgê gûldexwîn gula ku herî tê nasîne, li cihên bilind şîn dibe. Li mêrgên zozanên Colemêrgê guldaxwîn reng dide.

Her çiqas ji aliyê Waliyê Colemêrgê ve Zozan, hatibin qedexe kirin jî Colemêrgî li hemberî hemû qedexeyan berê xwe didin zozanan û giya kom dikin.

(zyd/zt)