Ji jinên di berxwedana li hember RES'an de gihane hev 'Bazara Organik'

09:06

Ozgu Ozutok/JINHA

İZMİR - Jinên di berxwedana li hember RES'an de gihan hev xebatên xwe di Festîfala Hingiv a cotmeha sala derbazbûyî de gihandin zîrveyê. Jinên ku piştî festîfalê her hefte 'Bazara Organik' vedikin diyar kirin ku dê têkoşîna xwe mezin bikin."

Jinên li Derekoya girêdayî Kemalpaşa ya Îzmîrê dijîn berxwedana xwe ya li hember Santrala Enerjiya Hewayê (RES) ê ji sala derbasbûyî heya niha berdewam dikin. Jinên ku bi navê parastina xwezayê dem dem tên bahev piştî Festîfala Hingiv a cotmeha sala 2015'an her duşem li Meydana Derekoyê 'Bazara Organik' vedikin. Jinên ku standa berhemên xwe li Bazara Organik vedikin berxwedana xwe ya ji sala derbasbûyî heya niha li hember RES'an berdewam dikin vegotin.

'Piştî RES'an em jin gihan hev'

Şenay Barut a ku li Derekoyê di bazafa organik de stand vekirî got: "Em her heftî di mala xwe de çî amadedikin wê dibin bazarê. Ev ji bo me gelek başe. Em hingiv û ronê ku di mala xwe de çêdikin didin nasîn. Em her hefte kêm zêde hinek qazanc dikin. Em piştî RES'an gihan hev û me hîn zêdetir xwest ziyan negihe daristanên me. Tinekirina daristanan dibe sedema bandorbûna hingiv û ronê me jî. Di nava daristanê de cihê seyrana me heye. Dema ku me texrîbatên daristanê dît em hemû giriyan. Bila êdî nekevin hindirê daristanên me."

'Em van berheman hemûyan bi xwe di afirînin'

Habibe Kaya jî di derbarê berhemên keda destê xwe û RES'an de wiha avivî: "Ronê me yê zeytinan bê asîte. Em bi xwe ron, hingiv, hêjîr, rîçol û tirşiya xwe çêdikin. Em hemû li hember RES'an bûn yek. Daristanên me xirakirine. Dema wiha berdewam bike emê êdî hingiv nebînin. Ev bûyera nebaş em hemû gihandin hev. Bila bazarên me yên organik başe. Di nava tiştên em li vêderê çêdikin û yên li bajar tê firotin de gelek ferq heye. Em hemû tiştên xwe bi keda destê xwe çêdikin."

'Emê ticarî dest ji parastina xwezaya xwe bernedin'

Nuray Kaya jî anî ziman ku hemû jin li hemberî RES'an bûne yek û wiha domand: "Me rêya yên ji bo çêkirina RES'an hatin girtin û me ew asteng kirin. Em gelek mijulbûn, ji bo sekinandina wan me li Alsancaka Îzmîrê daxuyanî da. Emê ticarî dest ji parastina xwezaya xwe bernedin. Piştî wê bûyerê di sala derbasbûyî de me Festîfala Hingiv çêkir. Em li benda 3 hezar mirovan bû lê 5 hezar beşdarbûn. Emê îsal jî di 25'ê Îlonê de festîfal çêkin. Em îsal li benda tevlîbûnek hîn zêdetirin. Emê bazara xwe ya organîk jî berdewam bikin."

'Ev RES çima li nava daristanan tên çêkirin?'

Ji pîrên Derekoyê Hasibe Şaylan, desêkê ev pirs ji yên RES'an çêdikin kir: "Ev RES li nava daristanên İzmirê çima tên çêkirin? Em heta vî temenî hatine, ma em bi wan hewayan hatin? Bêyî ji me bipirsin çawan tiştek wiha dikin? Tiştek sudê bide hingiv û ronê me nîne. Ev ji bo dahata me ziyanê dide. Piştî vê bûyerê her dem me hewilda em rojên duşeman dezgahên xwe vekin. Ya herî baş vê bûyerê em gihandin hev. Bila her kes bên van deverên bedew bibînin û berhemên me yên xwezayî bigirin."

'Bê hîle li ser dezgehan berhemên herî bedew digirin'

Filiz Çanogul jî wiha axivî: "Yên RES'an çêdikin em xapandin bi gotinên weke 'Emê li vêderê rêya şewatê vekin.' Ji ber bê eleqebûna me heya vê astê hatin. Du car keşîf kirin lê hîna bi giştî nedane sekinandin. Tayîbetî me jinan ji bo wê gelek têkoşîn da. Her kes ji bo pêşeroja zarokên xwe dixebitin. Em weke Şêwirmendiya Jinên Derekoyê li vê derê nanê sêlê û tiştên taştê çêdikin. Gundê me cihek şîn û arame. Bê hîle mirov li ser dezgehan tiştên baş digirin."

'Piştî RES'an em gihan hev'

Gulfem Şaylan jî got: "Li Derekoyê ji berê de jin lipêşin. Li vêderê jin û mêr wekhevin. Em piştî RES'an bi giştî gihan hev. Me Şêwirmendiya Jinên Derekoyê avakir. Emê jin dest bidin hev û mêran bidin aliyekê."

(zt)