Hember RES'an berxwedan didome

14:39

JINHA

ÎZMÎR- Berxwedan li hember projeyên RES'ê yê ku li Ovacika navçeyê Urlayê Îzmîrê tê plan kirin dewam dike.

Şîrketa Teknîk Eletrîk a Hassas yê girêdayî Holdînga Sancakê plan dike ku li Gundê Ovacik yê navçeyê Urluya Îzmirê Santralê Enerjiya Bayê çêbike. Şîrket bi alîgira hikûmeta AKP'ê û bi desteka jandarmayan li daristanê dest bi birîna daran kirin. Li hember birîna daran û avakirina satralan berxwedana welatiyên gund û kesimên demokrat dewam dikin. Gundiyên Ovacikê diyar kirin ku 1806 darên ku di 19'ê Çileyê de hatî birîn hîna li nava daristanê de têne rewastandin. Her wiha niştecihên gund anîn ziman ku ew her roj ji Urlayê tên û çavdêriya daristanan dikin û gotin ew ê berxwedana wan berdewam bike.

(rc)