Daristana Fatîh li hember rantê berxwe dide

10:40

Ceren Karlıdag/JINHA

STENBOL- Ji ber polîtîkayê rantê yê dewletê Daristana Fatîh di bin tehdîdek mezin de ye û ji aliyê parazvanên bajêr û jiyanê hewil tê dayîn bê parastin. Li hember rapora derbarê projeyê "ÇED ne pêwîste" pêvajoya hiqûqî ji aliyê Endama Desteya Odeyên Plansaziyên Bajêr Ayşe Yikici ve hatî despêkirin. Ayşe diyar kir ku şîrket berî niha jî mercên îhalê bi cih ne anîne û got dagirkiriyê xwe berdewam dike.

Rêxistina parazvanên jiyanê û odeyên hempîşeyî ji bo parastina Daristana Fatîh têkoşîna xwe demek dirêje dide. Daristana Fatîh bi projeyên ku Ferît Şahenk û Serdar Bîlgîlî amede kiriye di bin tehdîdê de ye. Di daristana ku ji bo 29 sal hatî kirê kirin dê cihên dayîn standin û vîlla bên avakirin. Endama Desteya Odeyên Plansaziyên Bajêr Ayşe Yikici diyar kir ku ew bertek nîşanî rapora "ÇED ne pêwîste" dane û got, hikûmet sektora înşaatê wek xilasiyê dibîne.

'Sîstema Eko dê tune bibe'

Ayşe diyar kir ku şîrketa Serdar Bîlgîlî di sala 2013'an de bi çapkirina pirtûkê hatî nasîn û Daristana Fatîh xistine rojeva xwe. Ayşe da zanîn ku di pirtûka ku hatî çapkirin de, çêkirina xanî, salona sporê û cihên demderbaskirinê hatî danasîn. Ayşe destnîşan kir ku bi vê projeyê re sîstema eko yê di nava daristanê wê ji holê bê rakirin û got bi vê yekê sîstema eko tune bibe.

'Mercên îhalê bi cih ne anîn'

Ayşe destnîşan kir ku şîrket derbarê Daristana Fatîh plansaziyê xwe guheriye û ji bo projeyên xwe bi jiyanî bike detûr ji Wezareta Daristan û Wezareta Hewirdor û Bajarvanî xwestine û wiha pêde çû, "Di raporê de girîngî û nirxê Daristana Park hatibû vegotin. Me jî sûd ji vê raporê girt û wek Odeya Plansaziyê Bajêr û Odeya Muhendîsya Mîmar û Hewirdor derbarê biryarê de doz vekir. Hefteyê borî jî me da raghandin û doza ku me vekirî berdewam dike." Ayşe anî ziman ku Daristana Fatîh ji sala 1950'an û şûnve bûye daristana dewletê û da zanîn ku Daristana Parkê jî ji sala 2010'an ve wek cihek yê çêkirina konser tê bikar anîn û wiha dirêjî da gotina xwe, "Di sala 2011'an de ji bo 5 sal îhale hat vekirin. Ew pêvajo tejî bû û niha sûç tê kirin. Mercên îhalê bi cih ne anîn. Niha mecbûre ji bikar anîna gel re vekirî be."

(rc)