Jin hebûna xwe di nava xwezayê de dibîne

09:13

Jînda Azad/JINHA

TIL TEMIR - Bi hatina demsala biharê re cotkar li gund berê xwe didin nava zeviyan û dest bi çandiniyê dikin. Lê bi taybet ji ber di xwezayê jin de heskirina xwezayê heye herî zêdetir jin eleqe nîşanî çandiniyê dike.

Bi hatina demsala biharê re cotkar berê xwe didin nava zeviyan û bi heskirinek mezin bi çandiniyê re girêdanbûna xwe yê li hember axê nîşan dikin. Li bajarê Til Temir a Kantona Cizîrê jin li gorî derfetên xwe ên heyî hewldidin çandiniyê bikin. Di rojên biharê de ku xweza ji nûve vedije, jin jî bi heman coşê dest bi karên çandiniyê dikin. Yek ji van dayîkan Mehdiye Kotî (50) û xwediyê 9 zarokane. Mehdiye ligel ku temenê xwe yê mezin jî bi karên çandiniyê, xwe dubare ciwan û zindî hîs dike.

'Ez û ax wek parçeyek ji hev in'

Mehdiya Kotî di nav baxçe de çandiniyê dike û dibêje ku ew jî vî karî pir hez dike. Mehdiye bi rûyê xwe yê geş wiha dibêje: "Ez ji ciwantiya xwe vî karî dikim. Jixwe êdî ez û ax wek parçeyek ji hev in. Em herdû hev xwedî dikin."

'Jin di aliyê hest û ruh de girêdayî ax û çandiniyê ye'

Mehdiye karê çandiniyê jî parçeyek ji xebatên çanda civakî dinirxîne û wiha dibêje: "Jin di aliyê hest û ruh de girêdayî ax û çandiniyê ye. Lewma min jî ev bexçeyê piçûk çandiye û hem wiha bêhna min bi axê tê, hem jî ez bi berhemên wê zarokên xwe xwedî dikim."

Mehdiye Kotî di dawiya axftina xwe de jî wiha got, "Jin bila tucar ji çanda xwe, ji axa xwe dûr nekeve û bila xwe kêm nebîne. Ji ber jin dikare her karî bike û bi ser bixe."

(rh/lç/rc)