Jinên Artvînê: Eger Cerattepe veguherînin cihê madenê Artvîn jî dê tune be

09:57

Habîbe Eren/JINHA

ARTVÎN - Jinên Artvînên ên ku bi salane li hember çêkirina madenên li Cerattepeyê têdikoşin, li gel her cure êrîş dev ji berxwedana xwe bernadin. Ekîn Oztûrk diyar kir ku dema ew dixwastin xwazayê xwe biparêzin rastî êrîşên giran hatine û wiha got, "Eger Cerattepe veguherînin cihê maden çêkirinê ji xwe wê Artvîn jî tune bibe. Em ê li vir têkoşîna xwe bidomînin. Jin li vir weke her car dê pêşengiya têkoşîna parastina xwezayê bike."

Jinên ku li hember çêkirina madenan bi salane li Artvîn têdikoşin, ji bo parastina xwazayê bi tevahî hêzên xwe li ber xwe didin. Ekîn Oztûrk a ku bi salane li hember çêkirina madenan li Artvînê têdikoşe diyar kir ku li Cerattepeyê bi çêkirina madenan re ew ê xwazayê Artvînê tev xirabibe. Ekîn êrîşê polîsan li hember çalakiya ku bi pêşengiya jinan pêk hatî bi bîr xist û wiha domkir, "Ji ber em xwazayê xwe diparêzin em rastî êrîşek dijwar yê polîsan hatin. Polîs jî ji xwe ne alîgirê men e alîgirê çêkirina madenanin. Çi dibe bila bibe em ê têkoşîna xwe bidomînin. Ji ber ku eger Cerattepe veguherînin cihê maden çêkirinê ji xwe wê Artvîn jî tune bibe. Em ê li vir têkoşîna xwe bidomînin. Jin li vir weke her car dê pêşengiya têkoşîna parastina xwezayê bike."

'Li cihê gel biparêzin diz û kujeran diparêzin'

Ekîn got, "Eger hindek rûmet hebaye polîs wê êrîşê mirovên pîr nekiribana. Dibêjin em fermanê digrin. Bajêr tev di nava bombeyên gazê de hêştin, gelek mirov birîndar kirin. Gelê vir tev çêkirina madenê qebûl nake, înadê çi dikin? Eger ev polîs jî yê vî gelî be jî divê li gorî wê tev bigere, ne êrîş parastina gel bike. Lê ew ne li gel gelin, hezdikin kujer û dizan biparêzin. Ti car nebûn alîgirê gel. Divê jin xwedê li têkoşîna gelê Artvînê derê."


'Hêz û kedê jin ji bo têkoşînê bû hêvî'

Seroka Komeleya Xwezayê ya Enqerê Tugba Kiliç diyar kir ku ew salên dirêje têkoşîna gelê Artvînê dişopîne û wiha domkir, "Di pêşengiya Komeleya Yeşîl Artvîn de 20 salin ez li vir têkoşîn tê dayîn. Ji despêka têkoşîn heya dawiyê hêz û kedê jin ji bo têkoşînê bû hêvî. Jin hem pozîtîfin hem jî bi hêvîne. Ne ji barîqatê polîsan ne jî ji bombeyên gazê ditirsin. Êrîşê polîsan ceseratê jinan naşkîne." Tugba bilêvkir ku jin li Artvînê xwedî baweriyek mezinin û wiha berdwam kir, "Li vir jin bi xwezayê re di nava ahangiyek de dijîn. Jin cesareta xwe ji hêza xwe yê afrîneriyê digre. Artvîn yek ji van mînakên berxwedanê ye."

'Em ê bi vê înadê û berxwedanê bi serbikevin'

Alîkarê Serokê Federasyona Komelaya Artvîn ya Stenbolê Hasîbe Ozkan jî destnîşan kir ku dewlemendiya Artvînê Tirkiyê bi cihanê daye nasîn û wiha dirêjî da gotina xwe, "Ji ber vê berxwedana li vir mînake. Em her dem piştgirî didin vê berxwedanê û em berxwedana jinên Artvînê silav dikin. Em ê destûrê nedin xwezayê me xirab bikin. Artvîn tevî xwezayê xwe û mirovên xwe cihek gelek xweşe."

(rc)