Jinên Derekoyê: Ji bo ku kezeba me ya sipî tine bibe bi hezaran dar birîn

09:08

Ozgu Ozutok / JINHA

İZMİR - Jinên Derekoyê bertekên xwe li hember RES'an anîn ziman û gotin: "Bi hezaran darên me birîn. Bila li cihek çol çêkin, lê bila daristanên me tine nekin. Em ne li hember hilberîna eneriyê ne, lê bila ziyanê nedin daristan û zeytunên me."

Jinên Derekoyê bertek nîşanî çêkirina Ruzgar Elektirkik Santral (RES) ê ya ku li herêma daristanên wan ên çaman tên çêkirin dan. Jinan diyar kirin ku ji bo çêkirina RES'ê bi hezaran daristanên wan birîne. Jinan sedema li Kemalpaşayê birîna darên wan ên zeytin û kirazan û nexwestina wan a çêkirina RES'an nirxandin.

'Dema ku dar birîne hingirê me kêmbûye'

Jina binavê Gulfem Şeylan sedema li hemberî RES'an bûna xwe wiha anî ziman: "Em bi berhemên şînatiyê debara xwe dikin. Zeytinên me bax û bîstanên me hene. Em naxwazin ev tine bibin. Îsal hingivê me gelek kêm bûye. Dê paşê kirazên me jî tine bikin. Emê li ku bijîn û çî bixwin? Em ne li hemberî hilberîna enerjiyê ne. Niha hemû karên cîhanê ketiye ser hilberîna enerjiyê, lê li cihên şaş hilberînê dikin. Bil ne li daristanan li deverek çol bikin. Bi hezaran dar birîn. Ji ber dengê makîneyan bi rojan me nekarî em razin. Em dixwazin dengê xwe bidin bihîstin lê kes dengê me nabihîse. Em bersivê dixwazin."

'Ger çavkaniyên me yên jiyanê tine bibin em nikarin li zarokên xwe binêrin'

Şenay Borgut jî bertek nîşanî talana daristanên xwe da û got: "Bila ziyanê nedin zeytin û daristanên me. Em ne li hember hilberîna enerjiyê ne. Dema ku ron û hingivê me nebe em nikarin debara xwe bikin. Ji bo pêşeroja zarokên xwe em dixebitîn. Ger çavkaniyên me yên jiyanê tine bikin emê çawan li zarokên xwe binêrin?"

'Dema ku hingiv, zeytin û kirazên me nebe em nikarin debara xwe bikin'

Kamile Yildiz jî wiha axivî: "Ji ber ku daristanan tine dikin, hingiv jî kêm dibe. Dema ku daristanên me nebin em nikarin debara xwe bikin. Dema ku kiraz û zeytinên me nebin em nikarin debara xwe bikin. Daristanên me bêhin dan û sitandina meye. Bi hezaran daristanên me birîn. Me dengê xwe derxist lê heya niha kes nebûn asteng. Ev qasî 5-6 mehane xebatên çêkirina RES'an berdewam dike. Bila li devereka bê ziyan çêkin, çima di nava daristanên me de çêdikin."

(zt)