'Ekolojiya civakî rêveberiya cewherî bi xwe ye'

09:01

JINHA

AMED - Endama Meclisa Ekolojiyê ya Mezopotamyayê Hatayi Demir diyar kir ku li Kurdistanê bi şerê hatî despêkirin re qadên jiyana hemû zindiyan tên teng kirin, bi qasî tê xwestin hişmendiya ekolojiyê nîne û wiha got: "Dê tevgera ekolojiyê ji bo kaos û şerê tê jiyankirin roniyê bîne."

Piştî 7'ê Hezîranê li Kurdistanê şerê nav lê nahatiye kirin tê meşandin, bi şer re qadên jiyana mirovan, xwezayê û hemû zindiyan tê teng kirin û mafê wan tê binpêkirin. Li gelek deverên weke navçeyên Amedê Lîce, Farqîn û Pasurê, navçeya Karakoçana Dêrsimê û derdorê Alibogaziyê bi agirê di dema şer de derketî şewata derdor û zindiyan herêmên şer jiyana zindiyan dixe kîjan rewşê radixe berçavan. Endama Meclisa Ekolojiyê ya Mezopotamyayê Hatayi Demir da zanîn ku dawîhatina van şewatan hişmendiya civakiye û wiha domand: "Ekolojiya civakî rêveberiya cewherî bi xwe ye. Divê di nava civakê de hişmendiya ekolojîk bê avakirin. Ji ber ger ku îro di nava civakê de hişmendiyek ekolojîk hebana dê li deverên di şewitin û texrîbatên derdikevin cudatir binêrîbana."

'Ekolojî jiyana hemû zindiyan diparêze'

Hatayi anî ziman ku li deverên şer lê heyî bi qasî tê xwestin hişmendiya ekolojîk tineye û wiha berdewam kir: "Ya ku îro em dijîn berhemê hişmendiya deshilatiya civak û xwezayê ji hev diqetîne ye. Ev hem texrîbatên xwezayê û hem jî texrîbatên mirovî bi xwe re tîne. Ekolojî mirov-xweza ye, jiyana hemû zindiyan diparêze. Di rastiya tevgera ekolojiyê de rêveberiya cewherî heye. Ekolojiya civakî rêveberiya cewherî bi xwe ye."

(zt)