Li hember qetlîama xwezayê berxwedana bi rengê mor (2) - DOSYA

09:04
DOSYA" class="social-twitter">

'Îsyana jinên pêşengê têkoşîna ekolojiyê, hember pergala mêrsalariyê ye'

Ceren Karlıdag/JINHA

STENBOL - Ekolojîstvan Bengî Akbulut diyar kir ku têkoşîna ekolojiyê bi pêşengiya jinan rêve diçe û anî ziman ku ax ji bo jin xwedî hebûnek civakiye û got têkiliya ku jin bi axêre datîne dişibihe têkiliya wan yê li hember hevdû.

Dema ku tê gotin têkoşîna Kirda yê ekolojiyê xwedî derketina jinan yê li hember ax, av, qadên jiyanê û daristanê tê bîra mirov. Jinên Behra Reş bi têkoşîna xwe yê li hember polîtîkayê rant û dagirkirinê a dewletê bi serhildêrî û seknek bi hêz hember dozer, leşker û sermayê didome. Lêkolînvana serbixwe û têkoşînvana eko-femînizmê Bengî Akbulut destnîşan kir ku têkoşîna femînizm û ekolojî yeke û têkiliya jin û xweza nirxand.

Çima dixwazin biparêzin?

Bengî diyar kir ku bingeha eko-feminizmê gelek kevnare û got, di encamê têkoşînên cuda de ev têgeha eko-feminizm derketiye holê. Bengî da zanîn ku eko-feminizm ser du xalan rêve diçe û got yek ji wan nêzîkatiyek yê pêşengiyê ye û wiha domand, "Girêdana jin yê bi xwezayê re dibe sedema parastinek xwezayî. Ev nêzîkatî û helwesteke. Yê duyem jî nêzîkatiya mateyaliste. Jin di nav têkiliyên civakî ên zayendî de, li gorî mêr hember xwezayê cudatire. Ev yek jî dibe sedema têkilî li ser bingeha maddiyetê pêşbikeve. Têkiliya jin bi xwezayê re rast xwendin, dê bihêle mirov girêdana jin yê hundirîn bi xwezayê re fêmbike."

'Nasnameya etnîk û çîniyatî avadikin'

Bengî da zanîn ku li ser rûyê cîhanê tenê têkoşîna jinan yê ekolojî dertê pêş û wiha pêde çû, "Li Hîndîstan û Afîqayê mînaka têkoşîna jinan heye. Em li Tirkiyê jî têkoşîna jinan li pêş dibînin, lê divê bi yek carê tenê wek têkoşîna eko-femînîst neyê dîtin. Têkiliya jin bi xwazayê re di nava ahangek de rêve diçe. Nasnameyê etnîk û çîniyatî têkiliya jin bi xwezayê re jî hêşt teşe bigre. Di têkoşîna Bergama de jin herî pêşbûn. Têkoşîna ekolojiyê herî berçavan û navdar yê Bergamabû. Me têkoşîna jinan yê li hember Gerze û herî dawî de jî yê Yeşîl Yolê li pêş dît. Divê em bi cewhera 'Yê ku xwazayê diparêze jine' nêzbibin. Ji ber ku têkoşîna jinan yê ekolojiyê di pêvajoyên cûda de derbasbûye."

'Li Gerze jinên Laz herî pêşbûn'

Bengî bi bîr xist ku li Gerze yê hember Termîk Santralan jinên Laz têkoşiyane û wiha berdewam kir, "Ji jin zêdetir têkoşînek çîniyatî li holê hebû. Jin ji ber nasnameyê xwe yê Laz neçar dimînin ji Trabzonê koçî Gerzeyê bikin. Ji ber ku ji axê hatibûn durxistin têkiliya wan yê hember axê gelek cuda û pîroze."

'Hevkarê sermaye û dewletê mêr e'

Bengi anî ziman ku dewlet û sermayadaran ji bo projeyên xwe bidin meşandin mêrên herêmê digrin gel xwe û wiha dirêjî da gotina xwe, "Hevkarê dewlet û sermayedaran mêr e. Ji ber ku jin nayê dîtin. Jin hember firotina axan têdikoşin lê mêr hevkariyê dike. Jin ji ber nabe hevkar ewqas rihet bertekê xwe tîne ziman."

'Ax ne tenê bingeha debariyê ye'

Bengî wiha qala têkiliya jin û axê yên Kirdayê kir, "Bi pêk anîna hilberîna axê re jin hîn zêdetir tevlî jiyanê civakî dibe û xwe bi rêxistin dike. Ji ber vê ax ji bo jin ne tenê bingeha debarê ye. Têkiliya ku bi axêre datînin, wekî ku li hember hev datînine. Jin li Tirkiyê ji ber zadê li malê berpirsyare. Ji ber vê jin ji taxrîbatê li ser axê berpirsyare."

Her ku nexweşî zêde dibe barek din...

Bengî diyar kir ku jin berpirsyarê tenduristiyê ye û got ji ber taxrîbatên hewirdor bandorek mezin li ser tenduristiya mirovan çêdike û wiha pêde çû, "Mînak dema ku li Bergamê siyanur tevlî avê hat kirin, gelek zarok nexweş ketin. Ên ku di serî de pê hesîn û ji bo xwe kirin pirsgirêk jin bû. Ji ber vê berteka despêk ji jinan hat. Her ku nexweşî zêde bibe barê jinan girantir dibe."

'Jinan ji bo stratejiya xwe bi kartînin'

Bengî destnîşan kir ku sedema têkoşîna jin ya ekolojiyê dagirkeriya pergala desthilatdariyê ye û wiha got, "Jin dema ku ji bo parastina axê isyan dike, bê guman tê wataye ku hember her tiştê îsyan dike. Bertekê jinan ne tenê ji bo parastina xwezayê ye, têkoşîna parastina nasnameyê xwe jî dide di heman demê de." Bengî got, "Jin dibêjin ji ber em ne ketin nava kar de, em binketin. Projeyên santralên nûkleer yê Sînopê jî yek ji van mînakene. Xwezayîbûna jinan bi şêwayên cuda dixwazin bikarbînin û jinan ji bo stratejiya xwe bi kartînin."

'Jin ji qadên têkoşînê tên dûr xistin'

Bengî wiha dirêjî da gotina xwe, "Mînak xwedî li baxçeyên bajaran derketin û aktîfkirin, hem ji bo hilberînê hem jî ji bo zadê bi tendurist gelek girînge. Ji bo têkoşîna ekolojiyê qadên baxçe girînge. Li wir jin jî ked didin lê kedê jin cardin diyar nabe. Hem ji bo têkoşîna nava bajêr hem jî bi armanca avakirina pêvajoyek nû pêdivî bi femînizmê heye."

Sibê: Endama Meclîsa Ekolojî yê KCD'ê Şehbal Şenyurt Arinli têkiliya jin û xweza her wiha qetilama xwezayê Kurdistanê.

(rc)