Dewlet xira dike UNESCO temaşe dike!

11:11

JINHA

AMED - Li navçeya Sura Amedê 85 rojin hêza dewleta Tirkiyê bi tang û topa êrîşê nirxên dîrokê dike û tune dike. Aktîvîsta Meclîsa Ekolojiya Amedê Fîlîz Tahtaci diyar kir ku Wezareta Çandê rapor şandiye UNESCO'ê û got, "Muxatabê dewletê UNESCO bi xwe ye."

Hêzên dewletê bi hincetê xedexeyê 85 roj bê navber êrîşê Surê dike. Bi êrîşan re mafê mirovan, çand û nirxê dîrokê binpêdike. UNESCO Sur girt lîstayê mîrateya cîhanê, lê li hember êrîşê dewletê bêdeng dimîne. Aktîvîsta Meclîsa Ekolojiya Amedê Yildiz Tahtaci bal kişand rapora ku Wezareta Çandê a ku ji UNESCO hata rêkirin û got, "Em di vê çerçoveyê de xabata xwe didomînin. Em ê ji vê bê mafiyê û werankirinê re ji bo rêxistinên navneteweyî îtiraz bikin."

'UNESCO rapora Wezarete Çandê muxatab digire'

Yildiz got, "Ji ber ku Wezareta Çandê rapor ji UNESCO'yê re şandiye, mûxatebê UNESCO dibe dewlet bi xwe. Em tenê dikarin agahî ji şaredariyê bigirin." Yildiz da zanîn ku agahiyên di destê şaredariyê de jî sînordare û wiha pêde çû, "Şaredariya Amedê çiqas ji UNESCO'ê re rapor dişîne jî rapor nayê muxatab girtin. Tenê rapora Wezaretê Çandê esas tê girtin."

'Em ê bang li rêxistinên navneteweyî bikin'

Yildiz diyar kir ku hember êrîşên ser nirxên çandî ew ê wek Aktîvîstên Meclîsa Amedê serî UNESCO'yê bidin û ji bo îhlalkirina mafê zarokan dê serî li UNICEF'ê bidin. Yildiz got, "Ji vir û pêde li hember bê mafî û taxrîbatên ku pêk tên em ê bang li rêxistinên navneteweyî bikin." Yildiz anî ziman ku berî vê jî derbarê taxrîbatên ku pêk hatine rapor amede kirine û bilêvikir ku ewê şopdarê xebatê xwe bin.

(dt/rc)