Li hember qetlîama xwezayê berxwedana bi rengê mor (1) - DOSYA

09:01
DOSYA" class="social-twitter">

Têkoşîna ekolojiyê ji Yirca heya Geziyê berdewam dike

Ceren Karlidag/ JINHA

STENBOL - Îqtîdarên siyasî û polîtîkayên hewirdor her roj bi taxrîbatek nû yê xwezayê dertên pêşbirê me. Li gorî istatîstîkên EPDK'ê yê sala 2011'an, li Tirkiyê hîna înşakirina 600 HES berdewam dike û ji wan 250'î li herêma Behra Reşe. Çalakiyên li Tirkiyê yê Yirca, Gezî û Yeşîl Yolê hember RES, santralên termîkê û veguherîna bajaran her ku diçe muhalîftiyek civakî qezenç dike û mezin dibe.

Tevgera kesk yê Tirkiyê di nava derfetên siyasî yên xweser piştî tevgera kesk yê rojavahê cîhanê bi deh salan derketiye holê. Li hember projeyên berava Ege-Behra Spî çêkirin santralên termîk û veguherîndina bajaran pêşengiya berxwedanê kirine. Hîna dihat gotin Guvenpark, Akçîmento, Alîaga, Gokova, Taşkişla Tirkiyê muhalefetek civakî yê nû naskir. Hewirdor û tevgerên ekolojîk li Tirkiyê têkoşînek xwedî 30 salan didin meşandin. Ev yek bi têkoşîna li Gokova û Alîaga yê li hember Santralên Termîk, ji bo astengkirina otela li Plajayê Dalyan Îztuzuyê, ji bo pêşî girtina vekirina Madenên Zêr yê li Bergama Ovacikê û her wiha ji bo pêşî girtina Bendavên Ilisu û Heskîfê çalakiyên parastinê pêk tînin.

Serhildana mezin yê ekolojîk a Tirkiyê: Berxwedana Geziyê

Piştî hikûmeta AKP'ê hat ser îqtîdarê ji rêveberên ekolojî û hewirdor polîtîkayek dijmintî dişopînin. Ji bo têkoşîna ekolojî di nava gel de belav bibe, lingê herî girîng yê hêzkirinê berxwedan, Gezî rolek mezin leyîst. Ji bo desthilatdaran mijarê 'Sê pênc daran' bû sedema berxwedanek ekolojîk. Ji gelek bajarên Tirkiyê gel ji bo dexwazê mafên xwe yên ji hev cûdatir daketin kolana û Gezî weke 'serhildana' mezin cihê xwe di nava dîrokê de girt. Piştî Berxwedana Gezî rant û polîtîkayên talankirinê yê hikûmetê berdewam kiriye; înşaatê zêde, çêkirina rê û HES'an, santralên termîk û nûkleerê, ji bo çêkirina enerjiyê talankirina xwezayê, tinekirina qadên daristanê, xirabkirina çem, çiya, zozan, gundan, her wiha bêy ku nêrîna gelê herêmê bên girtin dest davêje xwezayê û talan dike.

Sembola berxwedanê Dayê Havva hember 'Yeşîl Yolê'

Bêguman dagirkirina xwezayê û hewirdor ne tenê bi polîtîkayên AKP'ê ve despêkiriye. Di salên 1990'î heya salê 2000'an li navçeya Bergama yê Îzmîrê protestoyek mezin li hember xebatê şîrketek navdar yê madenê zêr pêk hat û bi navê tevgera Bergama derket holê. Jinên gund pêşengiya berxwedana Bergama kirin û di warê hiqûqî de jî çalakiya wan bi salan di nava tevgerên civakî de bi nav û deng bû. Berxwedana gundiyan li ser perdeyê spî hat vegotin. Di nava berxwedanê de berxwedana ku li hember 'Projeyên Yeşîl Yolê' hatî despêkirin yê herî bi wateye. Dayê Havva (Rabîa Ozcan) bertekê xwe li hember polîtîkayên hikûmeta AKP'ê wiha anî ziman "Walî ji mera dibêje talanker. Em ji zaroktiyê xwe ve li vir dijîn. Walî û Qaymaqam kiye? Ez gelim û li virim." Gotina Dayê Hevva yê ku wek sîleyek nav rûyê desthilatdaran daye û têkoşîna ekolojî yê jinên Behra Reş wek tevgerek dînamîk cihê xwe di dîrokê de girt.

Ji bo pirek milyonek dar kirin qurban

Dema ku tê gotin îqtîdara AKP'ê rûxandina mezin yê înşakirina 3'ê pirên li Bogaza Stenbolê tê bîra mirov. Dagirkeriyek mezin hember xwezayê pêk hatî û 1 milyon dar ji ber çêkirina pirê hatî jêkirin.

Şewitandina daristanên Kurdistanê ku bûye polîtîkayek yê dewletê hin ji dubendiyên bajarên rojavayê tirkiyê wiha ne:

*Çemê Ergene û Qirêjbûna Hevûzên Avê: Ocaqên kevir yên ku li Çiyayê Istrancê, di encama plansaziyên tevlîhev û pîşesaziya giran yê ku li herêmê pêk anîne, her wiha dewçinkê kargehan bûye sedema taxrîbatên kaniyên ku Çema Ergene xwedî dike û çandiniya ku ji ava çemê sûdê digre di bin tehdîdên mezin de ye. Bingeha çandiniyê yê ku bi sedsalan li Trakya didome ji ber taxrîbatên ser xwezayê bi dawî dibe û ji ber qirêjkirina ava Çemê Ergenê zindiyên avê neyînî bandor dike. Her mûdexeleyek nû yê ser xwezayê dibe sedema tehdîda ser jiyanê welatiyên ku li herêmê dijîne.

*Înşaata Ocaqê Kevir yê Gundê Ozbek: Ocaqê Kevir yê ku dixwaze 600-700 metreyan ji Qada Gundê Ozbek û 500 metreyan ji hewizê avê gund sûdê werbigre, hem niştecihên gund, hem herêmên dora gund û hem jî gelek partiyên siyasî û nûnerên bajêr û navçê digre hember xwe. Sedemê ne razîbûnê çêkirina ocaqên kevir zararek mezin dide avê vexwarinê û berhemên çandiniyê. Her wiha ji ber cihê ku înşayê ocaqên kevir bê kirin di nava bajêr bi xwede ye di astek mezin de zararê dide jiyanê.

*Bendava Siyanur a Etî Gumuş: Kana aîdî Etî Gumuş A.Ş yê ya ku Li Tavşanliya Kutahyayê ji ber barana zêde bariya di encama kezaya ku pêk hat de ji bo elementa zivê bê derxistin siyanurên ku depoyan de dihat parastin tevli kaniyên binê erdê bûn. Piştî vê kezayê qirêjayiya binê erdê xist rojêve.

*HES a Cîde ya geliyê Loç: Li navçeya Cîde ya Kastamonuyê tê plankirin ku li ser çemê Devrekanî ji bo elektrîk bê bi dest xistin santrala HES’ê ya Cîde dê bê avakirin. Fîrmaya bi navê Orya Enerjî bi rêya îstimlaqkirinê û bi rêya kirinê gelî xistiyê binê xizmeta xwe lê welatiyên li geliyê Loçê dijîn li hemberî vê projeyê ne. Biryara hatiye girtin hat betalkirin lê fîrmaya ku îhaleya HES’ê stendiye ji bo biryarê cardin bide qebûlkirin pêvajoya hiqûqê didomîne. Ev proje mafê welatiyên yên xwe gihandina avê asteng dike û nahêle welatî ji çem sûdê werbigirin.

*HES a Geliyê Kabaca Artvîn: Ji ber ku li Rîze û Artvînê tê plankirin 200 HES dê bên avakirin daristan tên texrîbkirin, jêderkên kaniyan tên tunekirin, qadên xwezayî tên parçekirin, cihên ku dê enerjiya elektîrîkê jî tê re derbas bibe dê bi xwe re texrîbatên mezin bîne û ev pirsgirêkên cidî mijara nîqaşê ye.

*Jibilî vê yekê li Tirkiyeyê li 59 bajaran 478 HES hene, tê plankirin kul i 61 bajaran 534 HES’ên din bê avakirin. Piraniya HES’an li rojhilatê Behra Reş û li gelek herêman hatiye belavkirin. Li Îzmîr û Muglayê jî li ser 20 termîk santral hene. Mirova dikare bêje Îzmîr bajarê RES’an e. Cardin li herêma Egeyê ji ber derxistina madenê amûrên avahiyan binesaziya erdnîgariyê tê texrîbkirin. Ji ber polîtîkayên veguhestina bajar jî herî zêde herêma Marmara texrîbatên mezin tên kirin.

Sibê: Lêkolînerê serbest û Têkoşerê Femînîzma Eko Bengî Akbulut têkoşîna wî ya ekolojiyê û têkiliyên jin û xwezayê

(rc)