'Baxçeyê Şehîd Asmîn Dirbas' her diçe mezin dibe

16:59


JINHA

TIRBESPIYÊ - Peşêngiya Baxçê Şehîd Asmîn Dirbas li Kantona Cizîrê dest bi xebatên çandina daran û şînkirina bajaran hatin kirin. Armanca darçandinê çandina daran kirina çanda civakiye.

Ji bo bîranîna Cigera Seroka Konseya Karêderve ya Kantonê Asmîn Dirbas a ku di qazaya trafîkê de jiyana xwe jidest dayî, ji aliyê Konseya a Dîrok, Turizm û Derdor a Kantona Cizîrê a bi armanca şînkirina jîngehê bi çandina daran hat bîranîn. Xebatên çandina daran bi durişma "Divê di li ber derê her melê darek bê çandin" hat berz kirin û kampanya destpekirin. Konseya Şaxa Tirbesiyê girîngiya ekolojî bi gel da naskirin û diyar kir ku roja 18 sibatê bibe roja Dehla Şehîd Asmîn.

(dt/zt)