'Gelê Hopayê amedekariya derketina Cerattepe dikin'

11:28

JINHA

ARTVÎN - Gelê Hopayê hîn neketin Artvînê ji aliyê leşker û polîsan ve hat astengkirin, Hopayiyan jî li hember hêzên dewletê riya Uluslarasi girtin û êrîşa polîsan protestokirin.

Gelê Hopayê şevêdin dixwastin herin Artvînê li Cankurtaran ji aliyê polîs û leşkeran ve riya wan hat qûtkirin. Hopayiyan li navenda Hopa yê daxwiyanî dan çapêmeniyê. Di daxwiyaniyê de wiha hat gotin: "Na hêlin em werin bajarê xwe jî. Em sond dixwin emê roja yekşemê di çiya û kendalan de xwe bigihînin nava Cerattepe." Ji aliyê din ve welatiya riya Uluslrarasiyê ji trafikê re girtin.

Artvîn xwe ji meşê re amede dike

Ji aliyê din ve wê gel ji Artvînê bi meşe Cerattepe. Li navenda bajer kon hatine danîn û mêvan têde tên pêşewazîkirin. Serê sibê welatî bi paça û çayê teştê dixwin. Artvînî her êvar çalakiya deng derxistinê dikin. Çalakiya deng derxistinê rastî alaqayak mezin tê. Welatî li kolanan, li baroşa û bi wesayîtan her êvar çalakiya deng derxistinê lidardixin.

(dt/zt)