'Li Kurdistanê û Cerattepe gel xwe di pareze'

15:38

Habibe Eren/JINHA

ENQERE - Prof. Dr. Beyza Ustun bertek nîşanî Cengîz Hodîng a ku xwezayê qatildike da û wiha got: "Dewlet deverên ku gel lêheyî bombebaran dike, bi tenga êrîş dike ser. Li Kurdistanê û Cerattepe gel xwe li hember êrîşê dewletê di pareze. Cengîz Holdîng zeviyên Kafkasor a Artvînê talan dike. Gele Artvînê ev 20 salin xwezaya xwe di parêzin û ev bi rojane li hember hezaran polîs û leşkera axa xwe di parêzin."

Mamestaya Zanîngihe Prof. Dr. Beyza Ustun bûyera Artvînê nirxandin û got: "Ev 20 salin gelê Artvînê axa xwe parastiye. Cengîz Holdîng di xwazê de li nav zeviyê Artvînê serwet çêdike. Rêxistina HDP'ê Me bi Waliyê Artvînê re hevdîtin pêk anî. Cengîz Holdîng ji 7 Hêzîran heya niha di xwest li Artvînê xezîna zêran derxe."

Beyza wiha dom kir: "Wê vê xezîna zêran bi asîdê derxin. Ev asîd wê têkeve nav avê, gazê û wê dibin erdê de bigihîjin hev. Wê hemî zindî bi gaza siyanûrê tenduristiya wan xira bibe. Hemî bi destê AKP'ê tên kirin. AKP dixaze bi riya şirketan hêzê bigire. Ev projeya kapîtalîst wê li Cerattepe tenê nemîne. Dê ev xebata xwerêveberiyê li her derê Kurdistanê belav bibe."

'Li Kurdistanê û Cerattepe gel xwe di pareze'

Beyza dewlet di xwezê wek ku çawa Tokî li Kurdistanê belav kir, vecarê jî madena jî belav ke û wiha pêde çû: "Li Kurdistanê her roj şer zêde dibe. Di sedem hene yek şikandina vîna gel. Bi wesaîtê wek Toma û Akrepa êrîşî gel dikin. Armanca êrîşê li ser Kerboran, Cizîr û Surê xwestina çêkirina Tokiya ne. Li Kurdistanê û li Cerattepe gel xwe li hember zilma dewletê di pareze."

(dt/zt)