Jinên Îzmîrê piştgirî didin berxwedana Artvînê

09:00

Ozgu Ozutok/JINHA

ÎZMÎR - Jinên Îzmîrê ên ku piştgirî didin berxwedana Artvîn yê li hember dagirkirina xwezayê diyar kirin ku ew ê dev ji têkoşîna xwe bernedin û gotin pêdiviyê wan ne bi zêr, bi daristan û hewayek paqij heye.

Ji aliyê Camila herêmê Rêxistina Perwerdehiyê ya Neteweyên Yekbûyî, Zanistî û Çandî (UNESCO) ku Artvîn wek sîte mîrateya cîhanê tê dîtin rastî dagirkeriyek mezin a xwezayî tê. Jinên Îzmîrê hember dagirkeriya xwezayê bertekê xwe nîşan dan û diyar kirin ku ew ê li hember vê dagirkeriyê û êrîşê bê deng nemînin.

'Li Yeşîl Yolê heman tişt kirin, me neda em Artvîn jî nadin'

Tugçe Kabaoglu ya ku li Îzmîrê dijî berxwedana Artvîn silav kir û wiha got, "Bi temamî ji bo xwezayê em li virin. Ew ê nekaribin xwazayê bi pereyan bistînin. Li Yeşîl Yolê heman tişt kirin, me neda em Artvîn jî nadin. Em ê qebûl nekin û berxwedana me dê heya dawî bidome."

'Destûr dane madenê tê wateya tune kirina xwezaya Artvînê'

Sakîne Bîrîncî yê ku ji Artvînê ye û li Îzmîrê dijî wiha got, "Ez ji Artvînliyê me û hêj gelek xizmên me li wir dijîn. Em bê guman piştgirî didin têkoşîna wan yê bi maf. Çawan ji bo Stenbolê me berxweda em ê ji bo Artvînê jî berxwebidin. Ez vê têkoşînê ji dil didim, ji ber girêdanek me hember xwezayê me heye. Destûr dane madenê tê wateya tune kirina xwezaya Artvînê. Di sala 2005'an de Artvîn ket Mîrateya Cîhanê ya UNESCO'yê. Divê xwezayê Artvîn û hewayê wê bê parastin. Madenê ku heya roja îro tinebû, niha derket holê qey? Têkoşîna me dê bidome."

'Pêdiviya me ne bi zêr bi daristan û hewayê heye'

Semra Akçaoglu jî anî ziman ku ew piştgirî dide berxwedana Artvînê û wiha domkir, "Em naxwazin li Behra Reş ocaxên madenê bên çêkirin. Pêdiviyê me bi zêran tine ye. Pêdiviya me bi daristan û hewayê heye. Hewildidin nefesê me bibirin. Em li hember talankirina xwezayê heya dawî têbikoşin."

(rc)