'Divê teqez em ekolojiyê bi rêveberiya cewherî re binirxînin'

11:48

Bêrîtan Elyakut-Duygu Erol/JINHA

AMED - Ekolojîst Çîlem Akkaya got, “Li cihekî ku ahengiyek ekolojiyê hebe divê teqez li wê derê rêveberiya cewherî jî hebe” û anî ziman ku hin kes ger der barê jiyana xwe de biryarek bide, ev şertekî rêveberiya cewherî ye.

Rêveberiya cewherî ku yek ji binavê Xweseriya Demokratîk e rastî êrîşên dewletê tê. Li Kurdistanê ku AKP û Qesir êrîşên rêveberiya cewherî dikin, polîsên wan li hemberî vîna gel têk çûn. Her wiha ji bo ekolojiyê jî ku yek jî lingê xweseriya demokratîk e jî weldanên xebatan tên kirin. Tevgera Ekolojiyê ya Amedê li dijî hemû texrîbatên ekolojiyê li taxan bû. Endama Tevgera Ekolojiyê ya Emedê û endama Kolektîfa Ekolojiya Jingehê Çîlem Akkaya rêveberiya cewherî û ekolojiyê ji JINHA’yê re nirxand. Çîlem anî ziman ku rêveberiya cewherî û ekolojî di heman astê dene û anî ziman ku di xwezaya ekolojiyê de jî ji ber ku xwerêvebirin heye, ji rêveberiya cewherî cûdatir destgirtin nabe.

‘Herikandina xwezayê jî xwerêvebirinê îlan kiriye’

Çîlem diyar kir ku dema mirov li herikandina xwezayê mêze dike mirov dibîne ku xweza jî xwerêveberiyê îlan kiriye û wiha got: “Dema xweza rastî êrîşê tê, demildest dikeve nava xweparastinê. Bûyerên xwezayê jî ji mirovên ku ahenga xewzayê xira dikin re bersiveke. Gelê kurd jî bi mînaka ku ji xwezayê girtiye xwerêvebirinê dixe jiyanê. Lê eger gel bi xwezayê re jî têkiliya wê deyne dê bibîne ku bigihîje armanca xwe. Her tiş ji kesan dest pê dike. Divê kes jî ji bîr neke ku ekolojî di hemû qada jiyana mirov de ye.”

‘Divê teqez em ekolojiyê bi xwerêvebirinê binirxînin’

Çîlem anî ziman ku texrîpkirina xwezayê beriya van êrîşên ku dihatin kirin jî pêk dihatin û wiha dom kir: “Niha qetlîama ku li Sûr û Cizîrê pêk tê ji qetlîamên li ser xwezayê cûdatir nîne. Ger li cihekî ahengiyek xwezayê hebe divê teqez li wê derê rêveberiya cewherî jî hebe. Biryardayinên kesan ên der barê jiyana xwe de yek ji şertên xwerêveberinê ye. “

‘Tiştên ku ji bo parastina xwerêvebirinê pêk tê divê ji bo hemû tiştên xwezayê jî ev yek pêk bê’

Çîlem da zanîn ku divê têgeha ekolojiyê hinek din jî bê vekirin û wiha pêda çû: “Ekolojî ne tenê ji bo mirovan divê ji bo hemû zindiyên din jî bê fikirandin. Divê hemû têkilî li ser têgeha xwezayê bê danîn. Tiştên ku ji bo parastina xwerêvebirinê tê parastin divê ji bo ekolojiyê jî bê parastin.”

‘Dewlet kujerê jiyanê ye’

Çîlem destnîşan kir ku dewlet kujerê jiyanê ye û wiha bi lêv kir: “Li cihê ku dewlet lê be, ne gengaze ku jiyan li gorî derdora xwe biherike. Li cihê ku dewlet lê be ne gengaze ku ekolojî û jiyana ku diafirîne pêk bê. Kurd li dijî dewletê nirxekî cûda dide xwerêveberiyan. Li cihê ku em lê bin em ê ji bo xwerêvberiyan xebatan pêk bînin. Di sala 1936’an de Îspanya wiha bû. Anarjîst li cihê ku lê bûn, yên wekî fabrîkayê ji bo şeklê jiyana xwe biafirînin xwerêvebirinê pêk dianîn. Di roja me ya îro de jî mînakên bi vî rengî li Kurdistanê tê jiyîn. Gel ji bo azadiya xwe û şekil bidin jiyana xwe xwerêveberiyan îlan kirin.”

(go/rc)