1'emîn Konferansa Meclîsa Ekolojiya a Amedê hat lidarxistin

17:04

JINHA

AMED - 1'emîn Konferansa Meclîsa a Ekolojiya Amedê li Şaredariya Rezan hat lidarxistin. Di Konferansê de xebatên ekolojiyê hatin nirxandin.

Li Salona Koferansa Şaredariya Rezan a Amedê 1'emîn Konferansa Meclisa Ekolojiyê hat lidarxistin. Di konferansê de panqartên "Emê enerjî, av û axa xwe komun bikin", "Heskîf çanda me ye, Dîcle xwezaya em ye emê bidin jiyîn", "Bi jiyana ekolojîk ber be xwerêvebirinê ve" û "Êdî bese ji nukler ê re na" hatin vekirin û konferansê bi deqeyek rêzgirtinê destpêkir. Di konferansê de rapora dewra 4'an hat xwendin. Rapora Ekolojiya Amedê Berdevka dewra 4'emîn Kezban Arukan xwend. Kezban diyar kir ku di qanalên televîzyonan de wê film, roportaj, çandina daran, bilboard û afîş bên çêkirin. Kezban da zanîn ku ewê di xebatên perwerde û komxebatan de di derbarê ocaxa keviran, Farqîn, Lîcê, Dersîm, Heskîf, Daristana Bajêr û wek Sur rapor amade bikin.

Piştî xwendina raporan sînevîzyon hat temaşekirin. Konferansê ji çapeniye re girtî berdewam kir.

(dt/zt)