Jinên Ovacıkê li hember qirkirina xwezayê di nobetê denin

09:27

Handan Tufan-Ozgu Ozgutok / JINHA

İZMİR - Li gundiyên gundê Ovacik ê Urlayê li hember proja RES'ê dest bi nobeta berxwedanê kirin. Jinên di nobetê de diyar kirin ku ewê li hember projeya tinekirina xwezayê heya dawiyê li ber xwe bidin.

Li gundê Ovacikê navçeya Urala Îzmîrê projeya RES'ê despêkiriye. Di meha derbasbûyî de gundiyên herêmê li hember ekibên birînda daran dest bi çalakiya nobetê kiribûn. Gundiyan nerazîbûna xwe ya birînda daran dane dadgehê. 2'emîn Dadgeha Îdariya Îzmîrê ji bo demekê biriyara darbirînê daye rawestandin, ji bo wê jî gundiyan nefesek girtin. Lê ji ber ku biriyara dadgehê demiye ji bo wê jî hîna gundî di nava daristanê de nobetê digirin.

'Em li hember projeya birînda daranin'

Ji jinên di nobetê de Zehra Golcuk wiha axivî: "Em li hemberî birînda daranin. Ev deverek nefesê dide mirovane, heta nefes dide Urla, Îzmîr û Tirkiyê jî, ji bo wê jî emê heya dawiyê li vêderê nobetê bigirin û li ber xwe bidin."

'Dê RES şînatiyan biqedîne'

Tulay Ocal a ku İzmirê dijî û ji bo piştevaniyê beşdarî çalakiya nobetê bûyî jî got: "Em li gel gundiyên gundên derdorê li vêderê di nobetê denin. Wê rojê ekîba birînda daran pir gelekbûn û gelek dar birîn. Yên li vêderê nobetê digirin bûn sedema kêmtir birîna daran. Em jî çun devera ku lê daran dibirin, me dît çiqas banora me ser kêmtir birîna daran heye. Heya ekîb ji wê çun em li benda wan man. Roja dinê dema hatin em pir zêde dîtin hema cardin vegeriyan. Em îro jî li vêderê ne û emê berxwedanê berdewam bikin. Sazumaniya RES'ê tenê deverekê bandor nake. Heta zêdahiya şînatiyan diqedîne. Ev daristana me tevane bila tine nebe."

'Ji bo daristanan emê xwe bikin sper'

Ji gundê Ovacikê Sibel Mutluer jî bilêv kir ku ji bo parastina daristanan hefteyeke di çalakiyê denin û wiha domand: "Dema ku daran dibirin canê me diêşe. Ji bo pir nebirin çî ji destê me bê emê bikin. Em ji herkesê alîkariyê dixwazin. Dema ku em li vêderê di nobetê de jî li piş me dizivirin diçin daran dibirin. Dema ku me dengê wan bihîst hema em hatin me dît pir zêde birîne. Em serê sibê saet 08.15'an hatin wê demê jî li vêderêbûn. Ji bo me diyarkiribûn ku dê tenê darên biriyî bibin, lê dengê motorê dihat. Dema ez çum gel wan mindît dar birîne, weke ku ji hindirê min tiştek qetandin. Em çun me birîna daran da rawestandin. Niha dane sekinandin lê dema despêbike cardin emê biçin xwe bikin sper. Em berxwedanê berdewam dikin û ji her kesê piştevaniyê dixwazin."

'Heya dawiyê em li vêderê ne'

Kadriye Golcuk a li heman gundî dijî jî anî ziman ku ew ne li dijî RES an lê di dijî birîna daranin û wiha berdewam kir: "Ev 3-4 rojin serê sibê saet 08.00'an em tên ber daristanê heya şevê em li vêderê nobetê digirin. Dema roja sêşemê ez hatim min dît gelek dar birîne. Destur nedan me biçin nava daristana leşkeran. Em fikirîn ji aliyekê ve birîne, lê dema serê sibê em li navê geriyan ji gelek aliyan ve birîne. Emê heya dawiyê li vêderêbin.

'Çî dibe bila bibe emê nobeta xwe berdewam bikin'

Nurşen Mutluer jî da zanîn ku sala derbasbûyî jî ji bo birîna daran ew di berxwedanê debûne û wiha dom kir, "Cardin van rojan dest bi birînê kirine. Em li vêderê di nobetê denin. Em li daristanên xwe xwedî derdikevin. Ez li ti deveran vê hewayê nebînim. Çî dibe bila bibe emê berxwedana xwe berdewam bikin. Armanca me li xwezayê xwedî derketine."

(zt)