Li Dîlokê darên erda çamanê tên birîn

15:36

JINHA

DÎLOK- Meclîsa Ekolojî yê Dîlokê, darên erda çamanê a Şahînbey ku bi hinceta rê tên birîn protesto kirin.

Meclîsa Ekolojî yê Dîlokê, Yeşîller û Partiya Çepkir yê Pêşerojê li dijî birîna daran yê li navçeya Şahînbey ku bi hinceta rê tê kirin daxuyanî dan. Daxuyaniya ku li Kolanan Ordu hat dayîn de pankartên "Xweza jiyane, ji komkujiya xwezayê re bêje bese" û dovîzên "Daran biparêzin û şînahiyê hezbikin" hatin vekirin. Aktîvîstê Meclîsa Ekolojî yên Mezopotamyayê Alî Onen daxuyaniya çapemeniyê xwend û diyar kir ku erda çamanê yê Dîlokê tê xirab kirin û wiha dirêjî da gotina xwe, "Darên çamanê hewayê qirêj paqij dike. Erda çamanê yên bajarê Dîlokê di rêzê yekem de li Tirkiyê cih digre." Alî destnîşan kir ku Şaredariyê Dîlokê bi îddîayê bajarê ekolojî derket holê û xwe wek şaredariya dostê xwezayê dide nasîn, Alî got ev yek ne ji dile.

Alî got eger bajarek îddîayê wê ya hêzkirina ekolojiyê hebe wê ne dar jêkirin be berûvajî wê tevahî qadan şînbikin. Alî got ew ê jêkirina daran ti car nepejrînin.

(rc)