Dewlet ji bo termîk santralê hatî betal kirin lêkolînê dike

11:10

JINHA

ÎZMÎR - Dewlet ji bo projeyên termîk santral yê ku li Foçayê hatibû despêkirin û ji ber zerarê ku dide hatî betal kirin dest bi lêkolînê dike. Jinan bertek nîşanî van kiryaran dan û wiha gotin, " Li pay çi ketine em meraq dikin."

Li navçeya Alîaga yê Îzmîrê û dora wê ji ber termîk santralan pirsgirêkên cidî yê tendûristiyê dertîne holê. Ji ber termîk santral yê komirê û projeyên cûda, hewayê herêmê qirêj dibe û gel rastî nexweşiyên cidî re rûbirû dimînin. Şîrketa ENKA di sînora Foçayê de projeyê çêkirina termîk santral pêk anîbû, heman şîrket di 23'ê kanûna 2013'an de bi daxuyaniyek dev ji vê projeyê berdan. Santralên ku ziyanê dide xwazayê û hewirdor, ligel betalkirina projê dewlet heyetek ji bo lêkolînê şandine. Jinên ekolojîst bertek nîşanî vê bûyerê dan û ziyanê termîk santral vegotin.

'Li pay çi ketine'

Endama EGEÇEP'ê Sevda Budak da zanîn ku ew têkoşînek berfireh li hember termîk santralan yê Foçê dane û wiha got, "Di warê zagonî de biser neketin. Termîk santral hatin avakirin. Vê carê dixwazin yê din avabikin. Tiştêk ecêb li vir heye. Di encama têkoşîna mede şîrketa ENKA dev ji projeya çêkirina termîk santralê duyem berda. Lê cardin tên û lêkolîna dikin. Li pey çi dikevin em fêmnakin. Ev bûyerek nûye."

'Ji bo 3 ango 5 kes dewlemend bibe...'

Sevda destnîşan kir ku termîs santral hewayê qirêj dike û wiha domkir, "Ji bo parastinê xwezayê pêwîst nake mirov bibe ekolojîstvan. Jehirkirina hewayê tenê gelê Foçayê ziyanê nabîne. Bandor li tevahî Îzmîrê dike. Ji bo berjiwandiya desthilatdariyê bila em nemirin. Ji bo 3 ango 5 kes dewlemend bibe bila em bi nexweşiyê penceşêrê nekevin. Zanyar jî piştrast dikin ku termîk santral ziyanê dide hewirdor û mirovan. Lê Tirkiyê zanyaran jî rastiyê jî nasnake. Tenduristiyê me ne xema wane. Êdî em ê dev ji têkoşîna xwe bernedin. Li cihê ku hiquq biqede li wir têkoşîna gel despêdike."

'Li gundê Horozgedîgî her malek nexweşê penceşêr tê dîtin'

Endama FOÇEP'ê Solmaz Doguturk bilêvkir ku ew 2 û nîv km nêzî termîk santralê ne û wiha berdewam kir, "Me gelek li berxweda ku çênekin. Lê em bi serneketin. Termîk santral vebûn, du bilind dibe û em jî gelek nêzin. Plansazî dikin ku yek din çêkin. Lê em ê li hember vê berxwebidin û destûrê nedin. Em ê dev ji parastina jiyanê bernedin."

Solmaz da zanîn ku ax, av, hewa û xweza tê talankirin û wiha pêde çû, "Ligel vê gelek nexweşî çêdibe. Nexweşiya penceşêrê jî zêdebûye. Li gundê Horozgedîgî her malek nexweşê penceşêr tê dîtin. Bi şev hewa gelek giran dibe."

(rc)