Pêngava çandiniya daran li Hesekê despêkir

11:13

JINHA

HESEKÊ - Bi hevkariya Tevgera Jinên Ciwan û Komeleya Xêrxwaziyê ya Mewedê ya bajarê Hesekê pêngava çandina daran bi navê têkoşeran dan despêkirin.

Jinên Ciwan bi hevkariya Komeleya Xêrxwaza yê Mewedê pêngavê dar çandiniyê li bajarê Hesekê a Kantona Cizîrê dan despêkirin. Ciwanan dan zanîn ku pêngava ku diyarî têkoşerên şoreşê kirine wê li her derê belav bikin. Jinên ciwan derbarê pêngavê de wiha gotin, "Ji bo şehîtên xwe em çi bikin wê kêm be. Bi çandina daran em ê bajarê xwe xweşik bikin û wiha layiqê şehîtên şoreşê bin. Rojava wê bi navê şehîdên şoreşê şînbibe. Ligel tevahî êrîş em ê coşa xwe mezin bigrin û bajarê xwe biparêzin.

(ee/rc)