Ji Kampusan destê dirêjî xwezayê dibe: Zarokên xwezayê

11:14

JINHA

ÎZMÎR - Zarokên xwezayê ên ku bi dirûşma 'Em ê sosyalizma kesk avabikin' di nava xwezayê de li hember dijminê xwezayê kapîtalîzmê têdikoşin.

Xwendekarê Zanîngeha Îzmîrê bi dirûşma 'Em ê sosyalîzma kesk avabikin' kombunek bi navê Zarokên xwezayê hatin avakirin. Endamên Zarokên Xwezayê yên Îzmîrê ên ku bi navê ji Kampusê destê dirêjî xwezayê dike Ekîn Şahîner û Hazal Taş derbarê mijarê de peyivîn. Xwendekara Zanîngeha Ege Ekîn Şahîner da zanîn ku li Îzmîrê heya niha di kampûsê de ji bo balê bikşînin ser taxrîbatên ekolojiyê ew xebatê anketan pêk anîne û panel derbarê mijarê de bi rêxistin kirine. Ekîn destnîşan kir ku ew ê di nava panelan de kampanya çandina daran û kampanya têkoşîna ekolojîk li hember HES û RES'an bidin despêkirin.

'Em nifşê dawîne ku cîhanê xilas bikin'

Ekîn wiha bang li xwendekarê zanîngehê kir, "Em ji xweza, xwe û cewhera xwe biyanî bûn. Em bi îsrar tînin bîra mirovan ku em perçeyek yê vê xwezayê ne. Ez her kes dewat dikim ku xwe perçê xwezayê bibînin. Em di ferqêdene ku nifşên dawî yê xilaskirina cîhanê emin, ji ber vê em ê bi dînamîzm û berxwedaniya ciwantiyê têbikoşin."

'Dewlet, Kurdistanê veguherand qada şer'

Ekîn anî ziman ku şerê li Kurdistanê pêk tê taxrîbatên xwezayî bi xwe re tîne û wiha pêde çû: "Taxrîbatên xwezayê ên ku li Kurdistanê pêk tê ji nedîtî ve tê dîtin. Taxrîbatek mezin pêk tê. Bi çavkorî mirov, sewal qetil dikin û xwezayê me vedugerînin qada şer. Polîtîkayê ku dewlet li Kurdistanê xistiye dewrê ne tenê ji bo mirovên ser wê erdnîgariyê dijîn pêk tê. Di şexsê wî gelî de êrîşê tevahî nirx û xwezayê dike. Salê borî gelek daristanên Kurdistanê hatin şewitandin. Em di heman demê de tevgerek hember şerin jî, daxweza me aştiye."

'Em ê têkoşînek topyekûn pêk bînin'

Xwendekara Zanîngeha Ege yê Beşa Şêwra Psîkolojîk Hazal Taş jî wiha got, "Divê dînamîzma ciwanên zanîngehê û berxwedana gel yên heber taxrîbatên ekolojî pêk tê bibin yek, em ê jî bibin navbendiya vê yekê. Axê tevahî cîhan yê meye, pergala kapîtalzimê bi hemû hovîtiyê xwe êrîşê me dike. Ji ber vê em ji xwe û hewira xwe despêbikin û ji bo çareseriya ekolojî têkoşînek topyekûn em bidin despêkirin."

(rc)